Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir

  • rojane
  • 10:24 11 Cotmeh 2018
  • |
img
ŞIRNEX  - Petrûs Karatay ê Keldanî ku di salên 1980'yan de ji Sîlopiyê koç kiribû, dîsa vegeriya navçeya Silopiyê û li kontara Çiyayê Cûdî ji nûve gund ava kir. Karataş ku li gund 4 hezar şitlên daran çandin diyar kir ku jiyanek nû li vir ava dike.
 
Welatiyê Keldanî Petrûs Karatay ê 63 salî ku li gundê Herbolê yê Navçeya Sîlopiyê dijî di salên 1980'yan de ji mecbûrî koç kiribû. Karatay, di sala 2009'an de dîsa li gundê xwe vegeriya û li gundê kontara Çiyayê Cûdî jiyanek nû ava kir. Karatay ê di çileya borî de ji ber parvekirinên hesabê medya civakî hat binçavkirin û 11 rojan di bin çavan de ma. Karatay, piştî vegeriya gorên gelek welatiyên Suryanî ji nûve ava kir û bi hezaran şitlên darên team çandin. Dest bi xwedîkirina mêşên hingiv û sewalan kir. Karatay ku di çarçoveya “Projeya vegera gundan" de li gel 27 malbatan vegeriya gund, piştî vegeriya gund salek şûnde xanî ava kir. Karatay dest bi avakirina 5 xaniyan kir û heta niha 2 xanî ava kirin. Karatay, li dol û geliyên Cudî nêzî 4 hezar şitlên darên team çandin û armanc dike jiyanek nû û mînak ava bike. Karatay, anî ziman ku di sala 2009'an de vegeriya gund û li gund jiyanek nû û mînak ava dike. 
Karatay, da zanin ku piştî vegeriya gund rastî gelek zor û zahmeti hat û wiha got: "Ji ber daxuyaniyên rayedaran gelek welatiyên xwestin vegerin, ji fikra xwe vegeriyan. Bi qasî tê xwestin alîkari bi wan re nayê kirin. Ger ku astengî bên rakirin û alîkariya pêwist bê kirin dê gelek welatî vegerin war û gundên xwe. Em dixwazin gundê xwe li herêmê bikin gundê mînak û jiyanek nû ava bikin. Heta niha me 5 mah ava kirin. Me avakirina xaniyan rawestandiye. Li gel her tiştî em jiyanek nû ava dikin û çandina şitlên daran berdewam dikin. Em dê gundê xwe bikin qadek şîn. Heta niha me darên zeytûn, fısteq, gwîz û bihîv çandin. Me kedek mezin da, lê hêjayî her tiştî ye. 
 
MA / Gokhan Altay