‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’

img
RIHA – Hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wêranşarê bersiv dan daxuyaniya “Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin” a Erdogan û got: “Em ne ew partî ne serê xwe li ber gefan bitewînin. Em dizanin em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin.” 
 
Ji sala 1999’an heta Çileya 2017’an rêveberiya Şaredariya Navçeya Wêranşarê ya Rihayê siyaseta kurd bi rê ve bir. Ji çileya 2017’an ve qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Rêxistinên HDP û DBP’ê ji bo şaredariya xwe paş ve bistînin û qeyûman ji ser rêveberiyê rakin xwe ji hilbijartina herêmî re amade dikin. Hevserokên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê diyar kirin ku ew ê şaredariya xwe bi keda mezin bi dest xistin carek din bistînin û bi gel re birêve bibin. 
 
Hevserokê rêxistina HDP’a Wêranşarê Mehmet Alî Hançer diyar kir ku wan di 1999’an de şaredariyê bi gellek pirsgirêkan re bi dest xist û ji heq hatin der û tenê şaredarî xizmeta mîna av û rê nîne, ya esil ew e bi gel re bê birêvebirin. Hançer got gel di rêveberiya herêmî de bibû xwediyê biryar dayînê û tevgera siyaseta kurd viya bi ser xistibû. 
 
‘ME DI ŞAREDARIYAN DE GEL KIR XWEDÎ GOTIN’ 
 
Hançer anî ziman ku ji serdema şaredariyê bi dest xistin heta niha tevî hemû kêmasî û şaşîtiyan jî di rêveberiya xwecihî de gel kirin e xwedî gotin û got: “Me di vî warî de xebatek serkeftî kir. Me şaredariyê xist xizmeta gel. Me û gel bi hev re bi rê ve bir. Di çarçoveya daxwaza gel de me dest bi xebatan kir û di 5 salan de bajar gihand qonaxek xweş. Gel di hemû xebatan de cih girt. Hemû pirsgirêkên navçeyê hatin çareserkirin. Me li bajêr asta bêkariyê kêm kir û dest bi xebatên aborî jî kir.” 
 
‘WÊ POLÎTÎKAYA QEYÛMAN VALA DERKEVE’ 
 
Hançer bersiv da gotina “Em ê bi qeyûm rêya xwe dewam bikin” a Serokomar Erdogan û wiha got: “Pêwîste em bi awayek pirr micid xwe ji hilbijartinê re amade bikin. Daxuyaniya Erdogan peyamek li dijî dengdêran e. Em ê qeyûmên wan ji şaredariya bi qewirînin. Em ê nîşan wan bidin ku ev polîtîkaya wan kêrî tu tiştekê nayê. Her çiqas ew qeyûman tayîn bikin jî em ê van şaredariyan dîsa bistînin. Em ê her carê vê polîtîkaya vala derxin.” 
 
‘EM NE EW PARTÎ NE SERÊ XWE BITEWÎNIN’ 
 
Hevserokê Rêxistina DBP’a Wêranşarê Halîl Orhan jî destnîşan kir ku polîtîkayek li dinyayê nehatiye dîtin re rû bi rû ne û got: “Me bi îdayên mezin şaredariyê ji destê partiyên wê demê derxist. Me soz da gel û me soza xwe pêk anî. Em ê serdema pêşiya xwe jî bi paradigmaya gel tevger bikin û rexnedayîna xwe bidin gel. Em ji vî gelî re deyndarin û em neçar in deynê xwe bidin gel. Hilbijartin nêz dibin. Em di ferqê de ne ku zextên li ser partiya me jî zêde dibin. Heta yek ji me hebe em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Em ne ew partî ne ku li ber zext û gefan serê xwe bitewînin. Bila ew hezar carî şaredariyê xesp bikin, em jî dizanin hezar carî dizanin wan şaredariyan ji wan bistînin.”