ÊLIH – Li Êlihê, polîsan mûdaxileyê kesên xwestin binçavkirinan şermezar bikin, kirin û Hevseroka HDP’ê ya bajêr Berîvan Helen Işik binçav kirin .
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, xwest binçavkirinên di rojên dawî de pêk hatin li ber avahiya partiyê bi daxuyaniyekê şermezar bikin. Lê polîsan destûr nedan HDP’î daxuyanî bidin û mudaxile kirin. Polîsên ketin avahiya partiyê, Hevseroka HDP’ê Berîvan Helen Işik binçav kirin.
Ablukeya polîsan a derdora avahiya partiyê berdewam dike.