‘Ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye'

  • rojane
  • 09:13 27 Îlon 2018
  • |
img

AGIRÎ – Cevdet Çokdîl, behsa kalê xwe Broyê Heskê Têlî ku yek jii pêşengên Serhildana Agiriyê bû kir. Çokdîl got: "Hîn jî ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye. Broyê Heskê Têlî çirûskek bû. Ew çirûsk bû agir." 

Yek ji pêşêngên Serhildana Agiriyê jî Broyê Heskê Têlî ye. Cevdet Çokdîl yê 70 salî, behsa kalê xwe Broyê Heskê Têlî kir. 
 
‘DIBE PÊŞENGÊ SERÎHILDANÊ' 
 
Çokdîl, bilêv kir ku ew bi çîrokên Broyê Heskê Têlî mein bûne. Çokdîl, diyar kir ku li Bazîdê dikana pirt û pertalan a kalê wî û birayên kalê wî Ahmet û Eyup hebûye. Çokdîl behsa tevlîbûna kalê xwe ya serîhildanê kir û got: "Dema hikûmetê qanûna 1926'an pêk anî, cendirme gund bi gund geriyan û kesên navê wan di lîsteyê de digirtin. Dema Broyê Heskê Têlî dibihîse mufrezeyeke leşker ber bi gund ve tê, tevdîrê xwe digire. Li hêla Pira Belek ew û cendirmeyan pev diçin û di vê pevçûnê de du leşker birîndar dibin. Ji ber vê leşker paş ve vedikişin. Piştî vê Broyê Heskê Têlî berê xwe dide Çiyayê Agiriyê û dibe yek ji pêşengên Serîhildana Agiriyê. Her wiha ev xwîn dibe sedema serîhildanê jî." 
 
TESLÎMIYET LI CEM WÎ TUNE BÛYE
 
Çokdîl, anî ziman ku Broyê Heskê Têlî heta sala 1930'yî jî di nav şer de dimîne. Çokdîl, diyar kir ku wê wextê Tirkiye û Îran gelek caran ji kalê wî re dibên teslîm bibe, lê belê kalê wî qet qebûl nekiriye. Çokdîl, bilêv kir ku di dema serhildanê de Broyê Heskê Têlî tahhde li kesî nekiriye û çav bernedaye mal û milkê kesî û got: "Broyê Heskê Têlî ne kesekî xwende bû, lê xwedî wijdan û merd bû. Wêrek bû. Teslîmiyet li cem wî tune bû." 
 
‘RUHÊ WÎ NIHA LI ÇIYAYÊ AGIRIYÊ YE' 
 
Çokdîl got: "Niha ruhê Broyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê ye. Broyê Heskê Têlî çirûskek bû. Ew çirûsk bû agir." Çokdîl behsa demên dawî yên Broyê Heskê Têlî û serhildanê jî kir û got: "Li Derbaseya Zeryanê ya Çiyayê Agiriyê şerekî mezin qewimî. Li vê derbaseyê gelek evraz hene. Şevekê kalê min û yekîneya wî di wir re derbas dibin û dixwazin çepera artêşê bişikînin. Leşkerên ku hay ji wan çêdibin direşînin ser wan û pevçûn dest pê dike. Di dema pevçûnê de bi sedan kurd di evrazê wer dibin û dimirin. Lê Broyê Heskê Têlî û yekîneya wî şer dikin û paş ve vedikişin. Şervan û mabatên wan di navbera Çiyayê Agirî yê biçûk mezin de asê dimînin. Ferzende Axa û 10 şervan çeperê dişikînin û hin sivîl û şervanan derbasî hêla Îranê dikin. Pevçûn heta nîvê şevê dewam dikin. Di vê pevçûnê de du birayên Broyê Heskê Têlî jî dimirin. Sivîlên sînor derbas dikin jî teslîmî Îranê dibin. Broyê Heskê Têlî ku li nêzî sînorê Îranê li herêma Kirê bi guleya milîsên Eşîra Şikakiyan tê kuştin." 
 
Çokdîl, diyar kir ku piştî serhildanê di 5'ê Gulana 1932'yan de qanûneke nû ya sirgûnê tê çêkirin û malbata Broyê Heskê Têlî sirgûnî Denîzliyê tê kirin. Çokdîl got: "Em 15 salan li Denizliyê mann. Ez li Denizliyê çêbûm. Li Denîzliyê em wek êsîran bûn. Ji ber malbata me nexwende bû û bi tirkî nizanibû, gelê herêmê û rayedarên dewletê heqaret lê dikir. Mal û hin erd dabûn me. Me çandinî dikir. Jiyana me ya rojane dewam dikir. Her çend her tişt xweşbûna jî, lê em sirgûnkirî bûn. Em li Denîzliyê tim bi hesreta welat bûn. sirgûn jî li êş û azara me zêde bibû. Em bi hesreta warê xwe bûn. Dema Partiya Demokratê bû hikûmet, Menderes efûyek derxist. Paşê em jî vegeriyan warê xwe. Ji wê rojê ve qet hizra ku em ji vî warê ku Broyê Heskê Têlî gav bi gav lê geriyaye dûr bikevin." 
 
GORA WÎ TUNE YE 
 
Çok dîl, diyar kir ku wan bi salan li gora Broyê Heskê Têlî û hevalên wî geriyaye, lê belê wan nedîtiye. 
 
MA / Berzan Guneş