9 karkerên li Aydinê 72 rojin di çalakiyê dene

img

AYDIN – 9 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê ku dema ajokariya Îmar A.Ş. dikirin û ji kar hatin avetin, ji bo mafê xwe bistînin 72 rojin di çalakiya rûniştinê de nin. 

9 karkerên ku di otobusên Şîrketa Anonîm a Îmarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê de ajokarî dikirin û ji kar hatin avêtin; ji bo mafê xwe bistînin 72 rojin di çalakiya rûniştinê de ne. 9 karker bi sedema ku nebûne endamên Sendikaya Belediye Îş'ê ya Turk-Îşê û li şûna wê bûne endamên Sendîkaya Sosyal Îş a DİSK’ê di 8'ê Tîrmehê de ji kar hatibûn avêtin. Karkerên ku ji ka hatin avêtin ji bo mafê xew bistînin 72 rojin Li qada Bajar ali pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê di çalakiyiyê dene. 9 karker li gel rêveberên sendîkayan çalakiya rûniştinê rûniştinê didomînin. 
 
EM LI BENDA ENCAMA DADGEHÊ NE
 
Bavê 2 zarokan Yunus Cengiz, diyar kir ku 3 salan ajokarî kir û ji kar hat avêtin wiha got: "Em di şertên xerab de xebitîn. Ji ber em bûn endamên sendîkayê em 9 karker ji kar hatin avêtin. Rêveberên Şaredariyê bi hinceta "Kembûna performansê" em ji kar avêtin. Bêyî parastin û bêyî fermyetê em ji kar avêtin. 72 rojin em li vir ji bo mafê xwe di çalakiya rûniştinê dene. Mixabin rayedarên şaredariyê li me guhdar nekir. Me seri li dadgehê daye û em li benda biryara dadgehê ne. Heta ku emcan bistînin çalakiya me dê bidome. Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Kani Beko bi Şaredaran re axivî. Lê encam bi dest nexist. Her kesi deriyê xwe li me girt." 
 
 
Cengîz, anî ziman ku her roj saet di 08.00’an de dest bi çalakiya rûniştinê dikin û heta 18.00’an li Qada Kent çalakiya xwe didomîne. Em ji bo mafê xwe bistînin em dê her tiştî bikin. 
 
Karker Okan Aslan jî ani ziman ku 4 salan ajokariya Otobusên Gel a Şîrketa Îmarê kir û wiha got: "Em dixwazin dîsa li karê xwe vegerin. Çavê me ne li şûna tu kesî ye. Em tenê mafê xwe dixwazin. Ji bo em mafê xwe biparêzin em bûn endamê sendikayê. Em bi heqê heri kêm dixebitin. Me di 1'ê Îlonê de doz vekir û em li benda encama dozê ne. Em dê ji mafê xwe gavan paşve navêjin. Em tenê mafê xwe diwazin. 
 
MA / Ruken Demir – Ayşe Sürme
 

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê