'Cenazeyan nîşan didin lê nadin malbatan'

  • rojane
  • 09:11 18 Îlon 2018
  • |
img

MELETÎ – Di sal û nîvekê de nêzî 350 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Hîn jî 30 cenaze di morgê de ne û ji van cenazeyan 8 jê nadin malbatên wan. Her wiha li goristana bêkesan jî 100 cenaze hene. 

Di sal û nîveke dawî de nêzî 350 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Niha li morga saziya tiba edlî 30 cenaze hene û cenazeyên ku di nav 15 rojan de neyên wergirtin li goristana bêkesan tên veşartin. Hat diyarkirin ku 8 cenazeyên zêdetirî mehekê di morga goristanê de ne xera bûne. 
 
DI SAL Û NÎVEKÊ DE 350 CENAZE ANÎN 
 
Tê îdiakirin ku piraniya cenazeyan ji qadên pevçûn lê hene tînin. Hat destnîşan kir ku bedena cenazeyan hatiye xerakirin û piraniya wan di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku piraniya cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê aîdî kesên ku di pevçûnên li herêma Dersim û Çewligê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat derpêşkirin ku cenazeyê kesên bi balafirên şerî û Amûrên Hewayî yên Bêmirv hatine kuştin, gelek jê hatine perçekirin û lebatên hinan jê tune ye û îşkence li cenazeyan hatiye kirin. 
 
8 CENAZE BI MEHANE TÊN RAWESTANDIN 
 
Niha li morgên Saziya Tiba Edlî û goristana asrî li ser 30'yî cenaze hene û heta encamên DNA'yê diyar nebin cenaze radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ji bo teşhîsê çûn saziya tiba edlî diyar kirin ku di morga saziyê de 10 cenaze hene û cenazeyên din jî li morga goristana asriyê ne. Malbatanî bilêv kir ku 8 cenazeyên di morga goristanê de ne, ji ber bi mehane tên rawestandin xera bûne. 
 
Malbatn, diyar kir ku ji ber cenaze hatine perçekirin, teşhîskirina wan zehmet e û tenê ew ji nîşaneyên li bedena wan zarokên xwe nas dikin. Malbatan, anî ziman ku ji ber nehatiye diyarkirin cenaze ji kuderê anîne û kengî anîne, ji bo teşhîsê ji mecbûrî ew yeko yeko li cenazeyan dinerin û ev yek di warê derûnî de tesîreke zêde li wan dike. 
 
LI GORISTANA BÊKESAN TÊN DEFINKIRIN 
 
Hat destnîşankirin ku cenazeyên di nav 15 rojan de ji Saziya Tiba Edlî neyên girtin li goristana bêkesan tên definkirin û niha ji 100'î zêdetir cenaze li goristana bêkesan hatine veşartin. hat hînbûn ku hin malbatên ji Sûriye û Îranê cenazeyên xwe teşhîs kirine, lê belê ji ber çewisandinên li welatên wan nikarin cenazeyên xwe wergirin. Malbatên nikarin cenazeyên xwe bibin jî dora goran lê dikin. 
 
WESAYÎTA CENAZEYAN TUNE YE
 
Malbatan diyar kir ku malbatên cenazeyên xwe teşhîs dikin û ji bo birina cenaze serî li şaredariyên navçe û bajêr didin, lê belê şaredarî wesayîtên cenazeyan nadin û loma ew bi derfetên xwe wesayîtan kirê dikin, lê belê polîs gefan li xwediyên van wesayîtan dixwin. Hat diyarkirin ku hin malbatên ji Îranê nikarin cenazeyên xwe li Wanê veşêrin û her wiha destûra yên ji Sûriyeyê jî nayê dayîn. 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?