Civaknas Bariş: Yekitî wê meseleya Şengalê çareser bike

  • rojane
  • 09:13 31 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL – Civaknasê êzidî Azad Bariş bal kişand ser komkujiya 3’ê Tebaxê ya Şengalê û got: “Divê meseleya Şengalê bi pêşniyarên êzidiyan li qada navnetewî bê çareserkirin.” 
 
 Ew roj mij û moranê girtibû ser Şengalê. Bi çar hawîrdor DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê. Roja 3’ê Tebaxê 2014 bû dîroka fermana 73’yemîn a civaka êzidî. DAIŞ’ê di êrîşan de jin, zarok, ciwan, extiyar û bi kurtasî ji 7 salî heta 70 salî her kesî di komkujiyê de derbas kir. Ji dîrokê heta niha her tim êzidî bi polîtîkaya tunekirinê re hevrû man e. 
 
Di êrîşê de û piştî êrîşê li Şengalê û cihên girêdayî wê ji 10 hezar kesî zêdetir DAIŞ’ê ew desteser kir û bir li bazarên Musulê û Reqayê firot. Piştî komkujiyê bi deh hezaran êzidî ketin ser riya koçberiyê û hin kes ji ber tî bûnê jiyana xwe ji dest dan. Yên ji komkujiyê rizgar bûn li kampên cuda yên bajarên herêmê û Rojava bicih bûn. 
 
Civaknasê êzidî Azad Barış bal kişand ser komkujiya Şengalê. 
 
‘MIROVATÎ DI XEWA ZAROKAN DE BÛ…’ 
 
Bariş diyar kir ku behskirina 3’ê Tebaxê ne hêsan e û got: “Wê rojê hêj mirovahî di xewa xwe ya zarokatiyê bû, komên çete bi plansazî bi ser ve girtin. Hêza taxrîbatê û dagikirinê bûn. Tenê ji ber bawerî, ziman, çand û civakek cuda bû êrîş birin serwan. Ev civak êzidî ne. Wan dizanibû dê tiştek wiha were serê wan. Ji ber ku cîranên wan Misûl hatibû dagirkirin. Dizanibûn wê ev tarîbûn bi ser wan de jî bigire.” 
 
‘GUH NEDAN BANGA PIŞTEVANIYÊ’ 
 
Bariş anî ziman ku êzidiyan her çiqas banga piştevaniyê li Hikumeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ya Federal kir jî lê kes guh neda vê bandê û wiha dewam kir: “Serê siba 3’ê tebaxê saet li berdestî sibê bi ser şengalê de girtin û 300 hezar mirov malên xwe koç kir û bû sedemê kuştina bi hezaran mirovan. Ewqas kes jî revandin û li çolên ereb belav kirin. Fikirandina wê rojê jî zor û dijwar e. Em ji wê rojê re dibêjin ferman e. Beriya wê rojê me 72 ferman dîtibû û me şahidiya fermana 73’yemîn jî kir. Yanî bi zimanek din navê vê jenosîd e. Komkujiyek mezin pêk hat. Xwestin bi vê komkujiyê êzidiyan çand û fizîkî qir bikin û bihelînin. Rêveberiya kurd a başûrê Kurdistanê jî xwedî derneketin û civakê bi tenê hiştin. Ez pêşmergeyan sûcdar nakim, lê hêza siyasî ya li pişt wan di asta xiyanetê de tevgeriya. Ev ji aliyê me bi awayekî teqez lê tê nêrin.” 
 
‘NE JI WAN BÛYA WÊ BI SED HEZARAN KES BIHATA KUŞTIN’ 
 
Bariş da zanîn ku li gel ku 4 sal di ser komkujiyê de derbas bû Rêveberiya Herêma Kurdistanê heta niha bi micidî hêj li êzidiyan mêze nekiriye û wiha axivî: “Lêborîna xwe nexwestin e. Me ji roja ewilî ve got divê ev ax bêxwedî nemîne. Hemû pîroziyên me li ser wê axê ne. Divê hemû hêzên siyasî yên kurd li hev kom bibûna û me birîna Şengalê bipêça û em xwedî derketina. Lê mixabin kes guh neda vê qêrînê û kes nefikirî. Heke ku HPG’ê berê xwe neda Şengalê û bi lehengî li ber xwe neda dê bi sed hezaran kes bihata kuştin.” 
 
‘EM BIBIN YEK Û PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN’ 
 
Bariş vê bangê li gelê kurd kir û got: “Ev 4 sal in cenaze li holê ne. Werin em cesedê êzidiyan kom bikin û veşêrin. Lê em bi şîngirtinê veşêrin. Çimkî şîn girtin cihê hevrû bûnê ye. Heke em vê şîna xwe girê nedin em ê carek din nikaribin gav biavêjin. Ez rica dikim bila çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bike. Heke yekîtî pêk bê em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li gel pirsgirêka Kurdistanê jî em dikarin meseleya Şengalê jî bigirin dest û li çareseriya wê bigerin. Em dikarin der barê Şengalê de pêşniyarên xwe berhev bikin û li qada navnetewî bi hev re çareser bikin.” 
 
MA / Muhammet Dogru