Bihûşta li ser Aras: Gola Masiyan

img
AGIRÎ – Gola Masiyan a herî bilind bi nebat, renginiya xwe û xweşikiya xwe ya xwezayî bala mirovan dikişîne ser xwe. Gundiyên derdora golê ji ber malovaniya avzêm, kanî û cûreyên çûkan golê wek bihuşta ser rûyê erdê pênase dikin. 
 
Gola Masiyan li ser Çiyayê Aras ê di navbera navçeyên Bazîd, Avkevir ên Agirî û navçeya Tozan a Îdirê de ye û bi bilindahiya xwe 2 hezar û 241 metreyî gola herî bilind a herêmê ye. Ji ber vê taybetmendiyê goleke bêhampa ye û kûrehiya wê 37 metre ye. Gol ava xwe ji çem, kanî û avên binî erde digire û pêwîstiya avê vexwarinê ya Bazidî dibersivîne. Her wiha gol bi masiyên sorik jî bala mirovan dikişîne. 
 
HER DEMSAL DIBE BIHÛŞTEK 
 
Gola ku bi nebat, renginiya xwe û xweşikiya xwe ya xwezayî bal mirovan dikişîne ser xwe hêjayî dîtinê ye. Gol bi her du giravên xwe wek bihûşteke çûkan tê qebûlkirin û çûkên mîna qertel, baz, kew, qaqlîbaz, beta avî û werdeka kovî lê dijîn. Navdariya gol û herêmê ji masiyên wê yên sorik tê. Bi rojavabûnê re gol bi rengê sor tê xemilandin û dîmeneke bi bandor pêşkêşî temaşevanên xwe dike. 
 
BIZINAN BI KELEKÊ DERBASÎ GIRAVÊ DIKIN
 
Gundiyan diyar kir ku gol hem ji bo turîzma demsala havînê û hem jî ji bo turîzma demsala zivistanê bihûşteke û anîn ziman ku demsala zivistanê ser golê bi qasî 50 santîmetreyî dibe bûz û heta 6 mehan wiha dimîne. Gundiyên ku ji ber giyayê zêde û ewlejiyê bizinên xwe bi kelekan datînin giravên golê û ev tişt anîn ziman: “Li derdora giravan ava şîrîn heye. Li giravan giya pir e. Girav ji bo bizinan hem baş in û hem jî ewle ye. Me bizinên xwe bi kelekan danîn giravan û dê bi tena serê xwe bi rojan biçirin. Ji ber van taybetmendiyên golê baş tên xwedîkirin.”
 
‘EV DER BIHÛŞTA SER RÛYÊ ERDÊ YE’
 
Gundiyê bi navê Bariş Yilmaz ku mesiyên girtibû li hemberî golê diqeland ragihand ku debara xwe bi mesiyên digire dike û ev tişt gotin: “Bila mirov bin gola me û tehma ava wê bibînin. Di golê de her cûre mesî hene. Em li benda hatina turîstan e. Ev der bihûşt e. Li golê hewaya zozanan heye. Hem bi gulên xwe û hem jî bi giravên xwe yên nav golê cihekî xweş e.”
 
‘CIHEKÎ KU DIVÊ BÊ DÎTIN’
 
Welatiyê bi navê Burhan Aslan ku ji bo gerê hatibû ser golê jî wiha axivî: “Divê ev der ji turîzmê re bê veqetandin. Gola Mesiyan cihekî ku divê teqez bê dîtine. Dibe dawiyên heftê mirov bên vêderê. Em ev der nizanibûn, em hatin û me hîn kir. Cihekî pir xweş e. Li derdora golê dar tune ne lê divê bên danîn. Gola Masiyan goleke mezin e û mirov bi kelekan dikare di 15 deqeyan de xwe bigihîne giravan. Em pêşniyar dikin ku herkes bê vê derê.” 
 
MA - Mahmut Ruvanas