Gundiyên dixwazin vegerin gundên xwe: Li bajêr em pir dixebitin, lê…

  • rojane
  • 09:05 27 Tîrmeh 2018
  • |
img

ÎDIR - Gundiyên li gundê Gewro ya Îdir ji bo sewalên xwe gîha  di dirûn, dixwazin vegerên gundên xwe yên salên 90’î terk kirin. Welatiyan diyar kirin ku dema li gund dijiyan hemû pêdiviyên xwe hildiberandi û gotin: “Li bajêr em pir dixebitin, lê em nikarin debara xwe bikin.”

Gundê Gewro yê girêdayî Îdirê ya dike jora Çiyayê Agiriyê, di salên 1990’an de ji aliyê dewletê ve hat valekirin. Piştî gund  tê vale kirin, gundî li navend bajêr bi cih dibin. Gundî ji bo dirûtina gîhayê nefel, ceh û genimê di payîzê de çandin, vedigerin gund. Gundiyan, diyar kirin ku dema li gund dijiyan, rewşa wan pir baş bû û piştî li navenda bajarê bi cih bûn û şûn de, nikarin debara xwe bike. Gundiyan ligel ku di çarçoveya vegeran gundan de xwestin vegerin gundê xwe jî, lê ji ber ku li gund ceyran, ava û dibistan tunebû nekarîn vegerin û li gund tenê ji bo sewalên xwe gîha dihûnin.
 
LI GUNDAN DEMA KOMKIRINA GÎHAYE
 
Xwediyên ziviyan bi bîçeran giha didirûn, bi tirmixan kom dikin û ji bo zûha bibe datînin ber tavê. Dûr bi trektoran dibin navenda bajêr û zivîstanê didin sewalan. Gozel Çakar, diyar kir ku berî li bajêr bi cih bibin, rewşa wan pir baş bû û wiha axivî: “Çi dema têm gund pir keyfxweş dibim. Zaroktiya me û ciwantiya me li gund derbas bû. Lê destûr nedan em li gundê xwe bijîn. Em neçar man koçî bajêr bikin. Mîna hemû havînan, em vê havînê jî hatin gund.”
 
‘LI GUND JIYAN Û DEBARA ME PIR BAŞ BÛ’
 
Çakar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li gundê me Gewro, jiyan û debara me pir baş û xweş bû. Wê demê em li ser piyan bûn û tu nexweşiyên me tunebûn. Em çawan çûn bajêr nexweşiyên me destpê kirin. Êdî em karek biçûk jî bikin, em nexweş dikevin. Gava em çûn bajêr em neçar man ku erd bikirin û xanî çêbikin. Me sewalên xwe firotin, destên me de çi hebû me hemû da erd û xanî çêkir. Di destê me de tiştek nema. Ji xwe erdê me kirî jî tapuya wê tuneye. Em dixwazin vegerin gundên xwe. Em li bajêr perîşan bûn. Em dixwazin gundê me dîsan bê avakirin û li gundê xwe bi cih bibin. Gava em li gund bi cih bibin, emê havîn û zivîstanên xwe li gund derbas bikin. Emê bixwe gihayên gundê xwe bidirûn. Niha ji bo makîneya biçerê em pere didin. Dîsan ji bo em giha bibin bajêr, em necarin traktor kirê bikin. Di warê madî û manewî de li bajêr jiyîn ji bo me pir zore. Em jî debara xwe vê yekê dikin.” 
 
LI GUND AMADEKARIYA ZIVISTANÊ
 
Ji gundiyan Cangir Çakar jî, diyar kir ku ji niha de amadekariyên zivîstanê dikin û wiha axivî: “Ji ber barîna zêde ya îsal, giha pir zêde ye. Lê ji ber zîpikê gelek jê pêçbûne. Gundê me di salên 1990’î de hatin valekirin. Em havînê tên giha kom dikin û dûre vedigerin bajêr. Zivistanê em li vê derê namînin.”
 
DIXWAZIN BIMÎNIN, LÊ DESTÛR NADIN
 
Çakar, da zanîn ku ew ji gundê xwe pir hes dikin û wiha bilêv kir: “Em naxwazin li bajêr bijîn. Li vê derê erdek berfireh li pêşber me ye. Gundê me nêzî lûtkeyên Çiyayê Agiriye. Avhewaya wê paqije. Debara me li gund pir rehet. Hemû tiştên xwe em hildiberînin. Lê ji ber ku em li bajêr dijîn, em hemû tiştên xwe dikirin. Di salên 1990’î de ceyran û ava me tune bû, lê ji Îdirê xweştir bû. Me xwest em di gundê xwe de bimînin, lê destûr nedan me. Gundê xwe, şewitandin, rûxandin û talan kirin.”
 
MA / Mahmut Ruvanas