Qolên daran vediguherîne eşyayên xemlê

img
 
ÎZMÎR – Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê. 
 
Li gundê Şîrînce ya girêdayî navçeya Selçûka Îzmîrê Mehmet û Urfet Çelîk ên hevjînê hev, qolên daran ku ji ber kesixandina daran dimînin li şûna şewatê vediguherînin berhemên hunerî. Hevjînan jûrek mala xwe ji ji bo atoleyeyê veqetandine û bêyî makîneyan bikar bînin van daran dikin eşyayên xemlê. 
 
Mehmet Çelîk diyar kir ku ji biçûkatiya xwe ve hez dike di nav daran de bijî û vî karî jî bi meraq dike. Çelîk got qolên van daran ên çam, zeytûn û gûzan in û temenê her yek ji van daran nêzî sed salî ne. 
 
‘EZ TEŞE DIDIMÊ HEVJÎNA MIN JÎ BOYAX DIKE’ 
 
Çelîk anî ziman ku her serdem derikeve çiyayên gund qolên daran ên kesixandî û hişk bûne berhev dike û got: “Ez qolên kom dikim dibim odeya atolyeya xwe. Ewil ez difikirim ka dê teşeyek çawa jê derkeve. Pişt re qolên daran di hişê min de teşeyên xwe digirin û pişt re ez bi destê xwe teşe didim daran. Pişt re tiştên cuda ji daran derdikevin. Sehpa, abajur û gelek eşyayên din jê derdikevin. Ez bi hezkirin vî karî dikim. Piştî ez teşe didimê, hevjîna min jî boyax û vernîk dike. Ez karê xwe li dikana ji bavê min maye difiroşim. Ji bo dar talan nebin vî karî dikim.”    
 
'DIVÊ DAR NEYÊN ŞEWITANDIN, BI QÎMET IN’ 
 
Çelîk da zanîn ku teşeyê ew bixwaze dikare çêbike û wiha domand: “Her şeklek ez didimê saeteke min digire. Ez hez dikim daran bidim jiyîn û wan xweşik bikim. Di roja me de dar tên talankirin. Kes nirx nade dar û daristanan. Her sal li vir kesixandina daran pêk tînin. Ez jî wan digirim û li gorî xew dinirxînim. Dar ne ji bo şewitandinê şîn dibin, ew jî zindî ne.” 
 
Urfet Çelîk jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê kes qîmet nade qadên hêşînayî û got: “Di esasê xwe de darên zeytûnan pir bi qîmet in. Hem şax û hem jî bi zêrzewata wê jiyan dide mirovan. Ji ber ku em bi ber dikevin û bi erdê re neçin van hunerên destan jê çêdikin.” 
 
MA / Ruken Demîr - Ayşe Surme