7 gund 6 salin ava qirêj a bendavê vedixwin!

  • rojane
  • 09:01 26 Tîrmeh 2018
  • |
img
ÎDIR - 7 gundê ku bi hinceta deynên xwe nadin TEDAŞ’ê ceyrana trafoyê ya ava wan temîn dike qût kir û gundî 6 salin necarin ava qirêj a bendavê vexwin. 
 
Li gundên Hasahan, Kirçîçegî, Adetlî, Hidirli, Karahacili, Alekizil û Kolîkent ên navçeya Îdirê, berî 6 salan bi hinceta deynên xwe yên ceyranê nadin, TEDAŞ’ê ceyrana trafo ya ava gundan temîn dike birî. Gundiyên nekarin deynê ceyrana xerç kirin, her roja derbas dibe deynê wan zêdetir dibe. 6 gundan piştî demekê denyên xwe dan, lê gundiyên Hasahanê ji ber fatureyên ceyranê yên zêde nekarîn deynê xwe bidin. Ji ber vê yekê TEDAŞ’ê lektirîka trafo ya avê temîn dike birî û 7 gund bê ava hişt. Gundî dinava 6 salan de çi cih nema ku serê lê nedan û deriyek nema ku lê nexistin. Lê ligel vê yekê jî pirsgirêka wan a avê çareser nebû. 
 
‘6 SALIN AVA NEÇE NAVA 7 GUNDAN!’
 
Fazil Guvenê 76 salî yê li gundê Karahacili dijî, diyar  kir ku ji bo çayê çêbikin, ava wan a vexwarinê tuneye û wiha axivî: “Ji ber ku ji gundê Hasahan çend malbatan deynê xwe nekarin bidin, ceyranên me qût kirin. TEDAŞ niha jî bû Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya ARAS, lê dîsan jî tiştek ne guherî. Dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade me. Me pere dan keyayên gundan, lê çi ji peran dikin em nizanin. Nêzî 6 salane ne ava me ya vexwarinê û ne jî ava çandiniyên me hene.”
 
TENÊ AVA DIXWAZE!
 
Guven, anî ziman ku gundê ava bendavê ya qirêj bikar tînin û wiha got: “Niha  dilopek ava vexwarinê nenî ku bidim mêvanên xwe. Me ev rewş ji qeymeqam re got. Qeymeqam got dê avê çêbikin. Lê av ji du gundên herêmên cuda re  birin. Dîsan gundê  me bê av ma.  Em tenê dixwazin ava vexwarinê ya gundê me jî hebe. Ji bilî vê em tiştek naxwazin.”
 
‘DARÊN ME HIŞK DIBIN’
 
Guven, da zanîn ku gundiyên wesayîtên wan hebin, ji gundê Kafîr ava vexwarinê ji bo xwe tînin û wiha bilêv kir: “Malbatê mîna me wesayîtên wan tuneyî, neçarin ava qirêj a bendavê bînin û vexwin. Bila êdî rayedar dengê me bibîhin. Li tu dereva cîhanên birîna ava 7 gundan nehatiye dîtin. Di germa havînê de emê ji bê avî nexweş bikevin. Êdî baweriya me bi tu kesan nemaye. Hemû dar, bax û baxçeyên me hişk bûn.” 
 
'JI BER KIŞANDINA AVÊ MILÊN MIN WERIMÎN’
 
Hazal Guven jî, diyar kir ku ji ber ava wan a vexwarin tuneye, nikarin çayekê ji mêvanên xwe re çêbikin û got: “Ava me ya vexwarinê û ya ji bo çêkirina xwarinê tune ye. Avê nadin me. Bi bîdonan em avê ji bendavê dikişîn in. Ji ber kişandina avê milên min diwerimin û tim diêşin. Ava ku em ji bendavê tînin, nayê vexwarin. Li gund rewşa me pir ne başe. Em jî bace didin dewletê. Divê alîkariyê bidin me jî. Em ava vexwarinê dixwazin.”
 
MA / Mahmut Ruvanas