Li Şaredariya Licê lêpirsîn û ferzkirina ajantiyê

  • rojane
  • 09:04 25 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Karkerê înşaetê Remzî Varsak, îdîa kir ku polîsan ew kirin odeyek Şaredariya Lîcê, pirs jê kirin û ajantî ferzî wî kirin. Varsak, piştî bûyerê serî li Şaxa ÎHD’a Amedê da û derbarê Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş, xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî Doman û 3 polîsên ajantî ferzî kirin de serî  li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. 
 
Karkerê înşaetê Remzî Varsak ê li navçeya Lîcê ya Amedê dijî, îdîa kir ku xwediyê Şirketa Reel Yapi yê tê de dixebite Veysî Doman. wî dibe Şaredariya Lîcê û li vê derê wî dixin odeyekê û ji bo ajantiyê bike, polîs gefan lê dixwin. Varsak, diyar kir ku di 3’yê Tîrmehê de, dema li qada înşaetê ya Edliya Lîcê dixebitî, xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî Doman. tê gel wî jê rê dibêje Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê îsa Gonultaş dixwaze te bibîne û wiha axivî: “Veysî Doman. ez bi xwe re birim avahiya şaredariyê. Alîkarê Serokê Şaredariyê Îsa Gonultaş ez pêşwazî kirim û birim odeyek din. Ji deriyê odeyê neket hûndir. Ez bi tenê di odeyê hiştim. Gava ketim hûndir rastî sê kesan hetim. Yek ji van kesan, komiser Ahmet bû. Dema li loqentê dixebitîm min ew nas kiribû. Ji sê kesên din yek jê dirêj û qelew bû û yê din jî dirêj û zeîf bû. Ji min re gotin ‘Tuyê alîkarî bidî me. Tu li ser keviyên zinaranî. Em dixwazin te ji ber keviyên zinaran bigirin.’ Min jî ji wan re got ‘Ji xwe ez jî karkerim. Vaye hûn dibînin, ez bi kincên xwe yên kar hatime û hîna dixebitim. Hûn dixwazin ez çawan ji we re bibim alîkar? Ji min re gotin ‘Na ne wisan, tu kesek rêxistin kiriyî, tu zilamê rêxistinêyî û tu mirovekê ku piştgiriyê didî rêxistinê.’ Min qebûl nekir û got ‘bi salan li xeribiyê xebitîm. Ez nû dinavbera salên 2017 û 2018’an de li Lîcê dixebitim. Cihên karên lê dixebitim hemû diyarin.’ Min çi got jî bi israr ji min re gotin ‘tu endamê rêxistinêyî.’”  
 
'GER TU AJANTÎ NEKÎ DIBE KU TIŞTEK BÊ SERÊ TE Û MALBATA TE'
 
Vatsak, anî ziman ku ji ber li dijî ferzkirina ajantiyê derket, rastî tundiya polîsan hat û wiha got: “Polîsan ji min re gotin ‘Tuyê ji bo me  ajantiyê bikî. Ji ber ku tu dinava  rêxistinê de mayî, tu cihê wan dizanî û tuyê cihê wan ji me re bêjî. Em naxwazin kes zirarê bibîne.’ Piştî van gotinan du kartên bankamatîkê avêtin ber min û çek kirin serê min. Dîsan gotin ‘tuyê vê teklîfa me qebûl bikî. Ger tu qebûl nekî dê tiştek were serê te û malbata te. Dibe ku tu Kurd bî, lê tuyê li 81 bajarên Komara Tirkiyeyê kar nebînî. Bi vî awayî gef li min xwarin.”
 
‘EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE’
 
Varsak, da zanîn ku wî ferzkirina ajantiyê qebûl nekir û wiha bilêv kir: “Saet 13.00’an ez birim Şaredariya Lîcê, piştî saet 16.30 ji şaredariyê derxistim.” Varsak piştî bûyerê derbarê Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş, xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî Doman. û 3 polîsên ajantî ferzî wî kirin de, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide. Ji ber ku bi tu awayî serdozger bersiva Varsak neda, vê carê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dide û cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide. Varsak, destnîşan kir ku li ser vê yekê xwediyê şîrketê Veysî Doman. di 13’ê Tîrmehê û birayê wî Bîlal Doman. jî di 15’ê Tîrmehê de bi telefonê li wî digerin û gefê lê dixwin. Varsak di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji min re gotin ‘te serledana sûc kiriye. Ev ne aqlê teye. Gelo kê ev anî aqlê te, kê bi destê te re girt.’ Ev gefên wan li ser telefonê hîna jî berdewam dikin. Tu ewlekariya canê min û malbata min tuneye.” 
 
SERÎ LI CÎMER'Ê JÎ DA 
 
Varsak di 9’ê Tîrmehê de serî li Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) jî dide û derbarê bûyera di serê wî re derbas bû de, agahî dide. 
 
DOMAN: MIN VARSAK GEL XWE BIR ŞAREDARIYÊ 
 
Ji ber îdîayên hatin kirin, em li Şaredariya Lîcê geriyan, lê rayedarên şaredariyê, diyar kirin ku Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş li betlanê ye û nûmeraya Gonultaş jî ligel wan tune ye. 
 
Bi telefonê em li xwediyê Şîrketa Reel Yapi Veysî Doman jî geriyan û xwest îdîaya derbarê wî pişt rast bikin. Doman, qebûl kir ku wî Varsak biriye şaredariyê, lê sûcdariyên li ser xwe qebûl nekir. Doman di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Remzî Varsak nêzî salekêye li gel min dixebite. Min karê Şaredariya Lîcê kir. Varsak bi min re nêzî 3 mehan di karê şaredariyê de xebitî. Weke taşeronan şaredariyê tim gazî me dikir û em diçûn şaredariyê. Wê rojê jî ji şaredariyê Alîkarê Serokê Şaredariya Lîcê Îsa Gonultaş bangî me kir û em çûn. Min fikirî ku dîsan ji bo kar bangî me kirin, ez û Varsak bi hevre çûn şaredariyê. Gava em çûn wir, ez nizanim Remzî Varsak bi kêre hevdîtin kir û bi kê re axivî. Li şaredariyê kamera hene, dema karê şaredariyê dikir, dibe ku ji xwe re dost dîtibin û dûre pirsgirêk jiyabin, lê ez vê nizanim. Ez nizanim Remzî çima giliyê min kiriye û tiştên derbarê min de gotine qebûl nakim. Derbarê vê mijarê de ez çûm Serdozgeriya Komarê ya  Lîcê û min îfade da.”  
 
MA / Esra Solîn Dal 

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye