Navê ku ji bo azadiya Kurdan têkoşiyaye: Simkoyê Şikak

  • rojane
  • 09:13 21 Tîrmeh 2018
  • |
img

WAN – Hediye Zîrekbîlek a keça Simkoyê Şikakê ku ji bo azadiya kurdan têkoşiyaye û 88 sal berê hat kuştin wiha vegot: “Kurd îro çi dixwazin Simko jî di wî demê de heman tiştan ji bo Kurdan dixwest.” 

 
Simkoyê Şikak (Simko) li dijî Îranê ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyabû û ji ber vê yekê roja 21’ê Tîrmeha 1930’an rastî xiyanetê hat û ji aliyê pastarên Îranê ve hat kuştin. Li gel ku di ser serhildan û berxwedana Simko de 88 sal derbas bû jî têkoşîna ku dabû tê bibîranîn. Tekane Keça Simkoyê Şikak Hediye Zîrekbîlek ku hê dijî û nivîskar û lêkolînerê kurd Kakşar Oremar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
 
Keça Simkoyê Şikak Hediye Zîrekbîlek (Dayîka Hedê) niha 95 saliye û li wanê dijî. Dayîka Hedê piştî kuştina bavê xwe li gel diya xwe Eşret tê Gundê Rumoglu (Şehîttepe) ya li ser Qelqeliyê bicih dibin û ji bo têkoşîna bavê xwe van gotinan got: “Hemû cîhan wî nas dikir. Leşkerê Îngilistan, Tirkiye û Îranê yek ser êriş dibirin bi ser têkoşîna bavê min de. Bavê min û birayên xwe heta dawiya emrên xwe li dij van êrîşên zilimkar şer kirin. Bavê min bi tu awayî zilmê qebûl nedikir. Ji xwe sedemê şerê ku dikir jî ew bûn. Hê jî em nizanên tirba bavê min li ku ye. Tê gotin ku tirba bavê min li Tehranê ye, lê em nizanin. Bavê min her gov digot em wek Kurd dê bi ser bikevin, lê nebû nisîb.”
 
DIYARIYA JI SIMKO JI BO HEDIYEYÊ MA: KOFÎ
 
Dayika Hadê dema qala têkoşîna bavê xwe dike got wan daxwazên bavê  wê di wexta xwe de ji bo Kurdan daxwaz dikirin niha jî Kurd ji bo heman daxwazan têdikoşin û wiha pêde çû: “ Bavê min di encama xiyanetek de hat kuştin.” Dayika Hadê destnîşan dike ku tenê kofiya bi rengê kesk, sor û zer a Bavê min ji Dayika min Eşret Xanimê re kirîbûn ji bo me yadîgar ma. 
 
'SIMKO JI BO YEKÎTIYA KURD AVA BIKE DIXEBITÎ'
 
Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Kakşar Oremar jî ji bo Tevgera Şikak û Lîderê Wî Simko dide zanîn ku aliyê Simko yên ronak û têkoşer ji aliyê kurdan ve pir baş naye zanîn û nehatiye analîzkirin û wiha got: “Simko tu car sînorê sunî yê hatibûn ‘xêzkirin’ nasnekiribûn.” 
 
Oremar veguhest ku Simko ji bo ku yekîtiya Kurd ava bike li her derê Kurd lê dijîn geriya û got: “Simko ji bo avakirina yekîtiya Kurd çû ber Şêx Ehmedê Barzanî û Şêx Mehmûdê Berzencî dan û standina fikrî kir. Tişta Simko dixwest di wî dema xwe de ava bike dişibe xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd a niha. Simko ji aliyê Kurdan ve baş naye nasîn. Lê tenê xwazî û xwesteke xwa hebûn ku ew jî bidestxistina azadiya Kurdistanê bûn.” 
 
'HEWILDANEKE MEZIN BÛ'
 
Oremar xebatên Simko yên wek vekirina dibistana seretayî ya Xoy, derxistina kovar û rajnameyan bibîr xist û wiha dewam kir: “Van xebatan rastiya radeya ronakbûna Simko bi têra xwe vedibêjin. Dema em qala xebata derxistina kovar û rojnameyê dikin, divê em serdema sedsal berê bînin ber çavên xwe. Mînaka wê demê ya girîng heye ku di wî serdemê de bi giştiyê ji sedî 5’ê serjimara Îranê dixwend û dinivîsand. Di nava Kurdan de ev rêje ji sedî 2 jî nebûn. Simko di serdemeke wisa de Rewşenbîrê Kurd Mihemed Turcanîzade, Ehmed Turcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan, Cemaledîn El-Hekarî, Sêyf El-Qozat hilda gel xwe û li ser çand, huner û edebiyatê nîqaşan kir. Ev di serdemeke wisan de gaveke mûazam bûn.” 
 
'NÊRÎN Û NÊZÎKATIYA DEWLETAN DÎTIBÛN'
 
Oremar anî ziman ku berya Tevgera Simko Kurd li Îranê di bin zilmê de bûn û Îranê Kurdan ji bo xwe wek geleke xeternak pênase dikir û wiha got: "Simko baş zanibûn ku bi avakirina yekîtiya Kurdan bidestxistina azadiya Kurdistanê pêkan e û bilî vê tu siûda wî nîn e ku karibe azadiya xwe bi dest bixe." Kakşar Oremar aşkera kir ku haya Simko jê hebûn ku Îngilistan û Amerîka dixwazin li herêmê dewletek ava bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Simko di wî demê de ji bo Îngilistan û Tirkiyê dibêje ku van her du dewletan bi tu awayî xwe nêzî avakirina azadiya Kurdistanê nakin, ew derew dikin. Îngilîz dixwazin Kurdan ji xwe re bike kole û wek meymûnê di destê xwe de bide reqsandin. Ew dixwazin me di welatê me de rezîl bikin. Tirk û Îngilistan yek ji yê din re xirab e, lê Kurd ji hev re xirab in. " 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan