Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e

img
AMED - Serokê OSP'ê Sînan Çiftyurek, daxuyaniya Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistan a Federe Neçirvan Barzanî a der barê Qendîlê de rexne kir û got: 'Divê kurdên Başûr û kurdên li Tirkiye li dijî vê yekê helwesta xwe nişan bidin. Çawa ku Efrîn û Şengal ya hemû kurdan e, Qendîl jî çiyayê hemû kurdan e." 
 
Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê bi biryarekê di 25'ê Îlona 2017'an de Referanduma serxwebûnê pêk anî. Di referandumê de ji sedî 92 dengê erê derket. Gel serxwebûna xwe xwest. Piştî referandumê dewletên Iraq, Îran û Tirkiye bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew vê referandumê nas nakin. Li dijî Herêma Kurdistan a Federe dest bi ambargoya aborî kirin. Îran û Tirkiye rêyên hewayî u bejaşî li herêmê qut kirin. Di 6'ê Cotmeha 2017’an de Iraqê li dijî Kerkûkê operasyon da destpêkirin û peşmergeyên Herêmê ji Kerkûkê derxistin. Gelek herêmên girêdayî Kurdistana Federe bi hikûmeta Iraqê ve girê dan. 
 
Salek şûnde dê dîsa di îlonê de Hilbijartina Serokatiyê li Herêma Kurdistana Federe pêk bê. Têkildarî helwesta Rêveberên Herêma Kurdistana Federe, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sînan Çîftyurek  bertekên xwe anîn ziman. Çiftyurek, bal kişand ser girîngî û wateya Yekitiya Neteweya Kurd û wiha got: "Li gorî xala 41'an a Qanûna Bingehîn a Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe, Serokê Dewleta Herema Kurdistanê beriya ku berpirsiyariyê bide ser milê xwe divê li pêş meclîsê sond bixwe. Li gorî vê sondê divê berjeweniyê gelê Kurdistanê, berjewendî û serkeftinê gel biparêze. Divê li gorî Qanûna Bingehin a Iraqa Federe û Herêma Kurdistanê tev bigere. 
Divê hikûmeta Bexdeyê bi heman partiyan re hevpar tev bigere û wek nev nêzî wan bibe. Dive tenê bi YNK û KDP’ê re nekeve temasê. 
 
DIVÊ PARTIYÊN KURD BIBIN YEK
 
 
Çiftyurek, xwest hemû partiyên kurdan li dijî êrîşên li dijî kurdan bibin yek û wiha got: "Koma Haşdi Şabî u Artêşa Iraqê êrîşi Kerkukê kirin. Divê hemû parityên kurdan li dijî êrîşan bibin yek. Dive yekîtiya xwe ava bikin. Divê demokrasiya nava xwe xurt bikin. Divê meclîs çalak tev bigere û pirsgirekên aborî bi awayekî aşkere bi gel re bê parvekirin. Yekitiya Neteweya Kurd girîng e. Divê partiyên kurdan li dijî dagirkirina Kerkuk, Efrîn û herêmên din yên kurdan bibin yek û yekîtiya neteweyî xurt bikin. Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye li djî kurdan dibin yek. Divê kurd jî di nava xwe de bibin yek."  
 
QENDÎL ÇIYAYÊ HEMÛ KURDAN E 
 
 
Çîftyurek, anî ziman ku Tirkiye piştî operasyona li dijî Efrîn niha dixwaze li dijî Qendilê dixwazin operasyonê pêk binin û wiha bi dawî kir: "Divê hemû partiyên kurdan li dijî polîtîkayên Tirkiye denrgê xwe bilind bikin. Daxuyaniyên Neçirvan Barzanî yên der barê Qendîlê de nayê qebûlkirin. Hatina Barzanî ya Tirkiye ne pirsgirêk in. Divê li Başûr û li Bakur siyaseta kurd li dijî van polîtîkayan helwesta neteweyî nîşan bide. Ger ku Kerkuk û Efrîn axa kurdan a hepar be Qendîl jî Çiyayê hemû kurdan e." 

Sernavên din

10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?