Talûkeya mirinê li ber serê wane

  • rojane
  • 09:44 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
DÎLOK – Li hin taxên Dîlokê, têlên ceyranê yên li ser berê mal û avahiyan re derbas dibin, bûn sedem ku dinava 5 salan de 7 zarok ceyranê bigirin û bi giranî birîndar bibin. Welatiyên taxê yên dinava tirsê de dijîn, xwestin ku têlên ceyranê bixin bin erdê û banga hewstiyarê li rayedaran kirin.
 
Welatiyên li Taxên Akdere, Vatan û Guzelvadî yên navçeya Şahînbey a Dîlokê dijîn, bi salane ketine derdê, têl û dîrekên ceyranê yên li ber malên wan re derbas dibin. Piraniya malbatên Kurd li van taxan dijîn û ji ber têlên ceyranê yên li ber avahî û malên wan re derbas dibin, dinava 5 salan de 7 zarok bi ceyranê ketin û bi giranî birîndar bûn. Welatiya gelek caran ji bo têlên ceyranê bixin bin axê serî li rayedarên peywendîdar dane, lê bi tu awayî encam negirtin. Welatiyên bi salane bi tirsa ceyran girtinê dijîn, ji ber bêxemiya rayedaran bi qazincin.    
 
‘GELO HEYA KESEK BIMIRE, DÊ WÊ DEMÊ BÊN SERERAST BIKIN’
 
 Muxtarê Taxa Akdere Halîl Dogan, pirsgirêka dijîn anî ser ziman û wiha axivî: “Me gelek caran serî li Şîrketa Belavkirina Elektrîkê yaToroslarê (Toroslar EDAŞ) da, lê her tim bersiva ‘Emê binesaziya Ceyranê bixin bin erdê’ dan me. Dûre tiştek nekirin. Girîngiyê nadin daxwazên me. Vê yekê nikarin li semtên lûsk ên Dîlokê bikin. Di mehên havînê  de têlên ceyranê sist dibin. Dinava têlên sist dibin û mala de mesafeyek pir hindik dimîne. Li serban gava zaroka nêzî têlan bibin, dê yek dest ceyran wan bigire. Welatî jî, em jî dixazin têlan sererast bikin. Ji bo vê yekê em têdikoşin, lê kes guh nade me. Gelo heya kesek bimire, dê wê demê bên sererast bikin?”   
 
‘5 WEZIR GUHERÎN, LÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NEBÛ’
 
Ji welatiyên Taxa Guzelvadî Ahmet Ozer jî, diyar kir ku li ber mala wî trafo heye û wiha got: “Ji bo sererastkirina binesaziya ceyranê min daxwaznameya dest pê kê di sala 2000’an de da Wezareta Çavkaniya Tabiî û Enerjiyê û heya sala 2015’an jî min daxwazname dan. Nêzî 15 salan min bi saziyên fermîre têkoşiya, lê min tu encam bi dest nexist. Dinava tekoşîna 15 salan de 5 wezîr guherîn. Ez welatî me û dewletê guh neda dengê min. Ji ber van têlên ceyranê gelek zarok birîndar bûn. Hemû ji mirin vegeriyan. Em li malên xwe dinava fikaran de rûdinin.”
 
Niştecihê Taxa Vatanê Mehmet Coşkun jî, dest nîşan kir ku ji ber têlên ceyranê pir nêzî hevin, tim diteqîn û wiha bilêv kir: “Ceyaran gelek zaroka girtin. Talûke hîna jî berdewam dike. Ger têl neyên bin ax kirin, dê hîna ceyran gelek zarokan bigire. Binesaziya ceyranê tuneye. Ji ber vê tim qût dibe. Xizmetek bêpergalî heye û em her tim jî pereyek zêde didin  fatureyên ceyranê.”
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'