Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin

img

DÎLOK - Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin. Bazarvanan, diyar kirin ku li gorî salên derbasbûyî bûhayê hemû tiştan 3 qat giran bûne.  

Bazara semtê ku weke eynika rehetbûn aboriya civakê tê dîtin, bûya zebze û fêkiyan berîkan dişewîtine. Ji ber ku fiyetê zebze û fêkiyan pir giran bûye, welatî xwe nêzî tezgehan nakin. Dikandar jî berhemên serê sibê tînin bazarê, ji ber ku nikarin bifiroşin, bi şev kom dikin û davêjin zibalê. 
 
‘FIYET LI ÇÛYÎ SALÊN BÛRÎ 3 QAT ZÊDE BÛNE’
 
Muslum Ayhan ê 10 salin bazarvaniyê dike, diyar kir ku mirov tên bazarê, lê kirinê nakin û wiha axivî: “Fiyetê zebze û fêkiyan li gorî salên burî, 3 qat zede bûne. Fiyetê firîngiyan sala burî 75 qûriş bû, lê niha 2.5 liraye. Em li gorî berîka gel, berhemên qalîte yên 2’yemîn û 3’yemîn tînin bazarê. Rojê nêzî 18 saeta em li ser piyan kar dikin. Lê pereyê bi şev dikeve destê me, heqê vê keda me dane.  Karê me li gorî salên çûyîn pir xirab bûye. Berî 2 salan min rojê 300 lîra qezenc dikir, lê niha tenê 100 lîra qezenc dikilm. Em debara xwe bi zorê dikin.”
 
‘GEL LI ŞÛNA 2 KÎLOYAN, NÎV KÎLO DIKIRIN'
 
Dikandar, Yasîn Akdemîr ê 20 salin bazarvaniyê dike jî, bal kişand ser fiyetên hilberînin û wiha got: “Her ku diçe enflasyonên zêdetir dibe. Gel êdî li şûna 2 kîloyan, nîv kîlo dikire. Heyfa me û welatiyane. Li şûna ku em 200 kîloyan bifiroşin, em 50 kîloyan bi zorê difiroşin. Gava em lêçûnan derdixin, tiştek ji me namîne. Me got dibe ku piştî cejna Remezanê rewş biguhere, lê ne guherî. Me got dibe ku piştî hilbijartinê derbas bibe, lê piştî hilbijartinê jî tu tişt neguherî. Niha jî Cejna Qurbanê nêz dibe. Lê êdî em nikarin bêjin dê piştî Cejna Qurban rewş sererast bibe. Baweriya me tuneye ku biguhere.”
 
‘GAVA BI ŞEV FIYET ERZAN DIBIN EM HINEKÊ KAR DIKIN’
 
Dikandarê bazarê Mervan Çaliş jî, diyar kir ku qada bazarê pir zore û wiha bilêv kir: “Li gorî salên bûrî rewşa me pir nebaşe. Serê sibê em tên bazarê. Bi şev jî em vale diçin malê. Gava bi şev fiyet erzan dibin, em hinekê kar dikin. Gel serê sibê kirînê nake. Ji ber ku bi mirovan re pere tuneye.”

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê