14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn

  • rojane
  • 09:36 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

MANÎSA - Nexweşê pençeşêra çerim Mehmet Arslan ê 14 mehan di girtîgehê de rastî binpêkirinên mafan hat, vegot. Arslan, diyar kir ku tedawiya wî hat astengkirin û ew bi paşve kelepçe kirin û wisan birin nexweşxanê. Arslan, anî ziman ku 14  mehên girtî ma weke îşkenceyê derbas bûn.

 
Nexweşê pençeşêra çerim Mehmet Arslan ê li Manîsayê dijî, berî 14 mehan, bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û girtin. Rêveberê HDP’ê yê berê Arslan ku  şandin Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, 14 mehan di girtîgehê de ma. Arslan ê di danişîna doza di 13’ê Tîrmehê hat dîtin de, hat beran, binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de rastî hatin, vegotin. 
 
Arslan, diyar kir ku di girtîgehê de tim rastî zextên derûnî yên gardiyenan dihatin û wiha axivî: “Bi teybetî ji ber pêkanîna OHAL’ê, polîtîkayên tecrîtê pêk tînin. Pirtûk ne didan me, mafê meyê hevdîtin û sohbete asteng dikirin. Dîsan girtiyên nexweş derman nedikirin. 14 mehên ez girtî mam, weke ‘îşkenceyê’ derbas bûn. Rayedarên girtîgehê bi taybetî, bi awayekê keyfî dermankirina girtiyên nexweş asteng dikirin. 
 
‘PÊVAJOYEK PIR GIRAN BÛ’
 
Arslan, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Sewqên me girtiyên nexweş bi awayekî keyfî asteng dikirin. Nexweşiyên Hevserokê berê yê HDP’a Manîsa Ahmet Ertaş ê di girtîgehê de gel me bû jî, hebûn. Diviya bû bi lezgînî biçe nexweşxanê, lê rayedarên nexweşxanê ji bo wî sewq dernedixistin. Di girtîgehê de, em pêvajoyek pir giran derbas kir. Hîna jî nebirine nexweşxanê. 10 mehan li girtîgehê hatim dermankirin, lê tim astengiyek û talûq kirinek hebû. Ji ber vê yekê me pirsgirêk bi rêveberiya Girtîgehê re tim dijiya. Ji ber nîqaşên me yên bi rayedarên girtîgehê re, cezayê disîplînê dan me û em paşve kelepçe dikirin û wihan dibirin nexweşxanê. Rewşa tenduristiya min ne başe. Ez nû derketim û divê demildest bêm dermankirin.” 
 
‘TU KES NIKARE PÊKANÎNÊN DI GIRTÎGEHAN DE QEBÛL BIKE’
 
Arslan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hewl didin pêkanîna ‘kincên yek tîpî’ bînin girtîgehê. Malbatên me rastî muameleyên xerab ên gardiyenan dihatin. Bi taybetî li dijî ziyaretvanên jin, lêgerîna tazî ya asta tacîzê pêk dianîn. Bi van pêkanînan dixwestin malbatan bêzar bikin. Ji ber cezayên keyfî min 5 mehan malbata xwe nedît. Bi van pêkanînan hewl didin biçin salên 80’î. Dixwazim derûniya me ji bo wan salan amade bikin. Lê teqez emê bi ser bikevin.”