Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye

img
MÊRSÎN – Şêniyên taxa Gozce ya navçeya Bozyazi ya Mêrsînê kana keviran a berê vebûbû xebatên wê sekinandin û vê carê jî heman şirketê li heman herêmê kana mermer vekir û niha jî li dijî vê têdikoşin. 
 
Li taxa Gozce ya navçeya Bozyazi ya Mêrsînê Şirketa Anonîm a Bazirganî û Înşatê ya HCG salek berê li ser 10 hektaran kana keviran ava kir. Şêniyên taxê li dijî vê kana keviran têkoşîna hiqûqî dan û xebatê kanê sekinandin. Heman şirket li heman herêmê niha jî dixwaze li ser 20 hektar qadê kana mermer ava bike. Miduriyeta Bajêrvanî û Hawirdorê ya Mêrsînê rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) guncav dît û da şirketê. Şêniyên taxê yên ku bihîstin dê kana mermker bê avakirin li dijî rayedarên şirketê bertek nîşan dan û ev rayedar neçar bûn ji taxê biçin. 
 
Şêniyên derdora vê herêmê li dijî kana mermerê ne û gotin ku ev kan jiyanê li wan qirêjî dike û zerarê dide wan. Her wiha şêniyên li vir gotin dê nêzî 200 hezar dar jî bên birîn. 
 
Ji ber van sedeman şêniyên taxê li dijî projeyê li Dadgeha Îdareyê doz vekirin û dan xuyakirin ku ew ê heta dawî li dijî projeyên xweza û jiyana wan  tehdît dike têbikoşin. 
 
DAR HIŞK BÛNE 
 
Ji şêniyên taxê Sadik Lîmon destnîşan kir ku ji ber toza ji kanê radibe zerarê dide fêkiyên wan û dar û xwezayan wan hişk dike. Lîmon got ew projeyên bi vî rengî li herêma xwe naxwazin. 
 
WÊ TEXRÎBAT ZÊDE BIBE
 
Keyayê taxa Gozce Abdil Ezînebîk jî diyar kir ku dînamîtên tên teqandin zerarê dide şebekeya ava wan û xwezaya wan û hawîrdora wan qirêjî dike. Ezînebîk got dê bi vekirina kana mermer re dê texrîbata li herêmê zêdetir bibe û ji bo ev kana mermer bê girtin dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. 
 
Keyayê taxa Tekellî Suleyman Fîdan jî anî ziman ku dînamîtên tên teqandin zerarê dide erazî û ava wan û ev kana merker dê bi her awayî derdora wan qirêjî bike, ji ber vê yekê naxwazin. 
 
Keyayê taxa Gozsuzce Ahmet Yildiz jî got: “Ev tesîsa bê çêkirin, ji bo gundiyan zerar e. Ji bo vê divê dest jê berdin.” 
 
 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin