Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne

  • rojane
  • 09:23 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

ERDEXAN - Mêşên hingiv ên Kafkas ku tenê li Erdexan û Artvînê dijîn, hingiva cîhanê ya herî bi qalîte hildiberîn in. Asker Yilmaz ê 17 salin mêşên Kafkas xwedî dike, diyar kir ku herêma Erdexanê, herêmek îzolasyona mêşên Kafkase ne.”

Mêşên hingiv ên Kafkas ku tenê li Erdexan û Artvînê dijîn, hingiva herî xweş a cîhanê hildiberînin. Mêşên Kafkas tenê li bajarên Erdaxan û Artvîn ên Tirkiyeyê hene. Mêşvanên Kafkas di mehên havînê de ji Artvînê tên Erdexanê û di mehên zivîstanê de jî cardin vedigerin Artvîne. Asker Yilmaz ê ji Erdexanê ku 17 salin  hilberîna hingivê mêşên Kafkasê dike, diyar kir ku yek ji taybetmendiyên herî girîng ên mêşên Kafkas, bi xortuma xwe ya 3 milîm, ji nebatên bi histrî jî, sûdê digirin.   
 
17 SALÎN HILBERÎNA HINGIVA KAFKAS DIKE
 
Yilmaz, anî ziman ku 17 salin li qada mêrga herêma Hoçvan a Erdexanê mêşên Kafkas xwedî dike û wiha axivî: “Mêş oksijena xwezayê zêde dikin û ev yek ji bo mirovan pir başe. Tê gotin ku dengeya cîhanê mêş ava dikin. Mêşên Kafkas hingiva herî bi qalîte ya cîhanê hildiberîn in. Ger îro xortûma mêşên  Kafkas 3 milîm be, xortûma mêşên bonus  û kiliç jî 1,5 milîme. Mêşên Kafkas dikarin ji histiriyên herî hişk jî hingiv bigirin. Lê mêşên din nikarin. Mêşên Kafkas pir zîrekin û mêşek pir başe. Li herêma me dar tunene, mêş bi cureyên gul û çîçekan xwe xwedî dikin.”
 
HEMÛ TIŞTÊN WAN ORGANÎK E
 
Yilmaz, da zanîn ku li Erdexanê, hebûna cureyên nebatan, ji bo xwedî kirina mêşan girîng e û wiha bilêv kir: "Mînak, catir dermanê nexweşiya Varova ya  mêşan e. Mêş di saya vê nebatê de baş dibin. Li gundê me hemû cureyên gul û çîçekan şîn dibin û mêş jî ji van çîçekan nektarî digirin. Mêşên Kafkas di sermaya 40 derece de jî pir qeyîmin û 3-4 mehan dikevin xewa zivîstanê. Ger ji bo mêjvanên herêma Erdexanê piştgirî bê dayîn, dê bibe yek ji navendên herî girîng ê cîhanê.” 
 
DIVÊ PIR NAZIK BÊN XWEDÎ KIRIN 
 
Yilmaz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mêşên Kafkas di mehên Adar û Nîsanê de hêk dikin. Xwedîkirina mêşan, divê pir nazik û hesas be. Mêş dinava 21 rojan de ji hêkan derdikevin. Hemû temenê mêşên Kafkas tenê 45 rojin. Di mehên Adar û Nîsanê de ji ber hewa germe em wan derdixin derve û di meha Hezîranê de jî, em wan dibin qadên cebel. Di her kewarê de 30-40 hezar mêş hene. Di demsala hingiv de ev hejmar derdikeve 60-70 hezarî.  Di dawiya mehên payîzê de em hingivê bi dest dixin.” 
 
 
MA / Mujdat Can