Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin

  • rojane
  • 09:18 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Girtiyê nexweş Yaşar Erîn ku rastî îşkenceya giran hat û bi nexweşiya şizofreniyê ket, tevî nexweşiya xwe di yek huceryê detê girtin. Vasîsa Yaşar Eriş Arzu Aksakal, diyar kir ku Erîş bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin û rîska ku Eriş întîhar bike gelek zêde ye. Aksakal, xwest di serî de Erîş û hemû girtiyên nexweş bi lez bên berdan. 
 
Girtiyê nexweşê şîzofrenî Yaşar Erîş li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê, tevî nexweşiya şizofrenê bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Erîş di sala 2001'an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin û rastî cezayê giran ê muebetê hat. Eriş ku beriya bê girtin, dema çû leşkeriyê û rastî tundî û îşkenceyê hat nexweşiya şizofrenê pêre çêbû. Pişti hat girtin jî di meha ewil de rastî îşkenceya giran hat. Piştî nexweşî lê giran bû şandin Nexweşxaneya Nexweşiyên Ruh û Sînîr a Bakirkoyê. Lê piştî dermankirina Eriş nîvco hiştin piştî demekê nexweşiya wî bêtir giran bû. Erîş ku rastî cezayê muebetê hatiye tevî nexweşiya xwe di yek hucreyê de tê girtin. Vasîsa Erîş Arzu Aksakal, bal kişand ser rewşa Eriş û diyar kir ku rewşa wî her ku diçegiran dibe. 
 
‘HER GAV DIKARE XWE BIKUJE'
 
Aksakal, anî ziman ku herî dawî dema çû hevdîtina Erîş, Erîş gotiye dengê ecêb tên wî û wiha got: "Got her dem dengê ecêb tên wî. Ruyê mirovên nas û sewalên cuda tên ber çavên wî. Denê balkêş diçin wî. Ji ber vê yekê her gav dikare întîhar bike. Rîska ku xwe bikuje gelek zêde ye. Tevî nexweşiya wî hatiye teşîskirin jî dîsa Yaşar bi serê xwe di hucreyê de tê girtin. Ev ji bo wî îşkenceya herî mezin e. Yaşar roj bi roj kîlo dide. Ji ber ku bi rêk û pêk nayê dermankirin her ku diçe rîska xwe bikuje zêde dibe. Nikare xwarin bixwe û nikare razê. Tenduristiya wî roj bi roj xerabtir dibe." 
 
LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ BI TAYBET TECRÎDÊ PÊŞ DIXIN'
 
Aksakal, da zanîn ku daxwaza dermankirinê ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Tekîrdagê ve bê bersîv hatiye hiştin û wiha lê zêde kir: "Rêveberiya Girtîgeha Tekirdag li ser girtiyên siyasî tecrîda taybet pêş dixe. Girtiyên nexweş sewk nake. Bi rêbaza îşkenceyê girtiyan dibe nexweşxaneyê. Yaşar,  bi riya hevalên xwe ji bo sewka nexweşxaneyê serî li rêveberiya girtîgehê da. Lê li şûna bibe nexweşxaneyê ew birin psikiyatristê revîrê. Psikiyatristê girtîgehê jî diyar kir ku tiştekî Yaşar tune ye. Piştî OHAL'ê zextên li ser girtiyan û girtîgehan zêdetir bû. Girtî ratî gotinên 'Hûn terorîst in. Hûn her tiştî heq dikin' tên. Girtî di bin tundiya derûnî de dijîn. Ger ku tiştek bi Eriş bê rêveberiya girtîgeha Tekîrdagê berpirsiyarê wî ye. Ez di sala 2017'an de li pêş Girtîgeha Tekirdag du caran hatim binçavkirin. Ez dizanim ji ber ez Yaşar ziyaret dikim û ji bo tedawiya wî israr dikim min binçav kirin." 
 
EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Aksakal, herî dawî da zanîn ku bavê Yaşar piştî bihîst kurê wî rastî cezayê muebetê hatiye 12 sal berê krîza dil derbas kir  mir û wiha bi dawî kir: "Dayika wî 3 sal berê ji ber êşê kurê xwe îdare nekir û întihar kir. Xwişka wî bi nexweşiya pençeşêrê li Almanya dijî. Malbata wî perçe bûye. Tevî her tiştî Yaşar bi serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Em dixwazin Yaşar û hemû girtî bên berdan." 
 
MA / Elif Çetiner
 

Sernavên din

12:58 Mitînga DEM Partiyê ya Silopiyayê dest pê kir | ZINDÎ
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin