Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye

  • rojane
  • 09:17 17 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser tercida ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û helwesta CPT'î. Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin, ji 27'ê Tîrmehê heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha heyet nikarin biçin Îmraliyê û nikare diyalogê bi derve re pêş bixe. ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha malbat bi tu awayî agahî ji Ocalan nastinin. Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de çû li Îmraliyê hevdîtin kir û ji wê demê heta niha bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê stendin. Ocalan, 19 salin di bin tecrîdê de tê girtin û hemû agahî ji ser wî qut bûne. Bi tu awayî agahî ji ewlehî, tenduristî û jiyana Ocalan nayê girtin. Komîteya Rêlipêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku li dijî îşkenceyê lêkolîn dike û raporan amade dike. tevi hemû daxwazên parêzer, malbat û heyetê naçin Îmraliyê û der barê rewşa Ocalan de nabe xwedî agahî û lêkolîn nake. 
 
Têkildarî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan u helwesta CPT'î Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye. Ocalan, anî ziman ku CPT, li dijî hebûn û armanca xwe tev digere û CPT di milê tecrîda li ser Ocalan de ji armanca xwe dûr ketiye û wiha got: "Divê CPT bi lez erka xwe pêk bîne û li ser daxwaza gelê kurd bi lez biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. CPT berê çû Îmraliyê û hin hevdîtin bi Ocalan re kirin. Divê hevdîtin bike û der barê rewşa Ocalan de gel rast agahdar bike. Em hem wekî malbat û hem jî wekî gelê kurd dixwazin bi lez agahî ji Îmraliyê bistînin. Sazî u rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî mixabin li gorî berjewendiyên siyasî tev digerin. Divê dest ji vê helwesta xwe berdin.
 
DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HEVDÎTINÊN ME DÊ BIDOMIN
 
Omer Ocalan anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dê di qada navneteweyî de hewldan û serlêdanên wan bidomin û wiha lê zêde kir: “CPT dibe ku ji ber peymanên nava dewledan de agahî nede. Lê divê biçe Îmraliyê û der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de lêkolîn bike. Em dizanin Ocalan li Îmraliyê di çi şertan de dijî. Ewlehî û tenduristiya wî çiye em nizanin. Mixabin van rêxistinên li dijî tecrîdê êrî rol û mîsyona xwe winda kirine. Mixabin siyaset rê li pêş gelek tiştan digirin." 
 
‘DIVÊ BI LEZ BI OCALAN RE TÊKEVIN DIYALOGÊ 
 
Omer Ocalan herî dawî anî ziman ku piştî hevdîtina bi Ocalan re qut bû, li Rojhilata Navîn Şer gur bû û şerê li herêmê her ku diçe kûr û belav dibe. Ocalan wiha dawî li gotinên xwe anî: "Îro ji ber şerê li herêmê bi sedan mirov tên kuştin. Bi hezaran mirov her roj dibin penaber. Rol û rista Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn pir girîng e. Ji ber vê yekê daxuyaniyek ku Ocalan parve bike pir girîng e. Temas û diyaloga bi Ocalan re bê kirin pir girîng e. Hevdîtin û diyaloga bi Ocalan re bê kirin dê gelê li Rojhilata Navîn rehet bike. Em dîsa bang li CPT  dikin ku rol û rista xwe pêk bîne. Divê demek berî demekê biçe Îmraliyê û li gorî armanca xwe tev bigere. Em bagn li gelê Tirkiye jî dikin û em dixwazin bêtir li Ocalan xwedî derkevin.