Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm

img
STENBOL – Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungordu, diyar kir ku piştî ji kar hat avêtin bûye hedefa Şaredarê Zeytînbûrnu Murat Aydin wiha got: "Di demên dawi de rastî gefên cîddî têm. Gefên 'Em li ser stuyê te n, li xwe baldar be' têm." 
 
Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungurdu, diyar kir ku piştî ji şaredariyê hat îxrackirin bûye hedefa Şaredarê AKP'î yê Zeytinburnu Murat Aydin û wiha got: "Kesên ez wan nas nakim li min digerin û gefan li min dixwin. Di demen dawî de zêde li min digerin û gefan li min dixwin." Gungordu, anî ziman ku piştî Aydin pineyê “terorist” li min zeliqand bê hiqûqîya xwe nîşan da û wiha axivî: "Ji ber ku şaredar nikare xwe biparêze peyva 'Ev PKK'î ye, terorîst e' li min dizeliqîne. Hemû gelê Zeytinburnu min nas dike. Di rojên dawî de bi telefonên ku ez nas nakim li min degerin û gefan li min dixwin. Dibêjin 'Em li ser stiyê te ne. Li gavên xwe baldar bin' têm. 
 
PIŞTÎ SOYLU GEF LI BULDAN XWAR, ŞAREDAR AYDIN JÎ GEFAN LI MIN DIXWE
 
Gungordu, destnîşan kir ku piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu gef li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan xwar, Şaredar Murat Aydin jî li wî gef xwar û wiha bi dawî kir: "Ger Soylu gef li Buldan nexwara, Aydin jî gef li min nedixwar. Ez berê jî rastî gefan hatim. Lê ne bi vi awayî. Em dê dîsa li kolanan bin û çalakiya xwe berdewam bikin. Em dê tekoşîna xwe bidomînin. Ez ji dil bawer dikim ku em dê bi ser bikevin." 
 
MA / Muhammed Doğru