Pira Hûrkanê ku şîr tev li xerca wê hatiye kirin hîn jî wek berê ye

  • rojane
  • 09:10 14 Tîrmeh 2018
  • |
img
WAN - Pira Hûrkanê ku bazirganên dema ji Rûsya, Ozbekîstan, Îran û Azerbaycanê dihatin di ser re diçûn dihatin hîna jî li ser piya ye. Lêkolîner Nezşr Ocek derpêş kir ku şîr tev li xerca pirê hatiye kirin û got: "Bazirgan û karwan ji bo biçin Mezopotamyayê di ser vê pirê re diçûn." 
 
Pira Hûrkanê ku di salên 1500-600'î de li ser Rûbarê Sortkînê yê li navçeya Şax a Wanê hatiye çêkirin hîna jî li ser piya ye. Herî dawî Pira Hûrkanê di sala 1988'yî de hatiye selihandin. Di çêkirina pirê de ligel keviran tûxle jî hatine bikaranîn. 
 
‘ŞÎR TEV LI XERCA WÊ HATIYE KIRIN' 
 
Lêkolîner û nivîskar Nezîr Ocek, diyar kir ku Pira Hûrkanê ji bo bazirganiyê hatiye çêkirin û got: "Gelek karwan di ser vê pirê re çûne. Ji bo bazirganiyê hatiye çêkirin. Xwediyên karwanan dema di ser re diçûn pere didan. Tê texmînkirin ku ev pir di navbera 1500-600'î de hatiye çêkirin. Dirêjahiya pirê 45 metre û firehbûna wê 4 metre û 80 santîm e. Di xerca pirê de ji dêvla avê şîr hatiye bikaranîn û bi vî awayî hatiye çêkirin. Ji ber ku şîr hatiye bikaranîn her diçe têkûztir dibe. Dema di ser re sedsal derbas bibe, ne mimkun e ku ew avahî xera bibe." 
 
'JI BO PEYWIRDARAN DI NAV PIRÊ DE ODE HATIYE ÇÊKIRIN' 
 
Ocek, da zanîn ku li hêla bakur rojhilatê pirê odeyeke biçûk heye û got: "Kesên ji karwan û bazirganên di ser pirê re diçûn pere distendin di vê odeyê de diman. Wê demê ev pir ji bo bazirganiya herêmê girîng bû. Bazirganên dema ji Rûsya, Ozbekîstan, Îran û Azerbaycanê dihatin û ji bo biçin Mezopotamyayê di ser vê pirê re diçûn. Çimkî di ser vê pirê re mesafeya Mezopotamyayê li gorî rêyên din kêmtir bû. Her wiha ji ber ku Pira Hûrkanê ji bo karwanan rêyeke ewle bû, karwanan ew tercîh dikir. Hîn jî gel di ser re diçe û tê."