Teksîvana jin a li Dîlokê: Êdî em dikarin bi bawerî biçin

  • jin
  • 10:27 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
DÎLOK - Li Dîlokê, Gulay Gonulalan a bi teksîvaniyê debara xwe dike, diyar  kir ku jin ji wê re dibêjin “Baş bû te dest pê kir. Êdî em dikarin bi bawerî biçin.”
 
 Li Dîlokê, dayîka 4 zarokan Gulay Gonulalan a ajokariya teksiya ticarî dike, nêzî salek û 5 mehin bi ajotina taksiye, serkeftin bidest xist û karî xwe bi gelê bajêr bide qebûl kirin. Gonulalan ku bûye yek ji remzên bajêr ên tên naskirin, debara xwe bi teksîvaniyê dike. Gonulalan ji aliyê derdor û gelê bajêr ve pir tê heskirin. Gonulalan gava dest bi teksîvaniyê dike, piştgiriya herî mezin jin didine. Gonulalan qet guh nade nêrînên zilaman ên şaşwaz û di rêya xwe de diçe. Gonulalan, derbarê vê serkeftina xwe axivî û wiha got: “Ji ber ku em jinin, ma em xwe ji jiyanê dur bikin? Divê jin di hemû karan de bi aktîf bin.”
 
‘ZILAM JI HÊZA JINAN DITIRSIN’ ^
 
Gonulalan, a di rawestgeha taksiyê ya Edliyê de  dixebite, diyar kir ku bi pêşnikara dostekê xwe dest bi vê karê dike û wiha bilêv kir: “Li gorî demên derbas bûyî jin bêhtir cihên xwe din kar de digirin. Mînak li Dîlokê jinên ajokarên otobus û tramway hene. Jin hemû karan bi serkeftî dikin. Lê hişmendiyek serdest a jinan paşve davêje heye. Zilam ji hêza jinan ditirsin.”
 
'TENÊ BILA BIXWAZIN’
 
Gonulalan, anî ziman ku jin ji wê re dibêjin “Başe te dest pê kir. Êdî em dikarin bi bawerî biçin. Divê jin nêrandina ‘em di malê de rûnin û dernekevin derve’ ji holê rabikin. Di hemû qadan de divê em li dijî zilaman têbikoşin. Gava ez li malê rûnim, ezê nekarim tiştekê bi ser bixim. Lê rastiyek wiha jî heye, tu zilam naxwazin jinek teksîvaniyê bike. Lê ger jin bixwazin dikarin bikin. Tenê bila bixwazin. Gava min dest vê karê kir ez dudilî bûm. Lê di careke dê min cesareta xwe kom kir û dest bi teksîvaniyê kir. Di rojên dest pê kê de nêrînên heyî, ji bo min hinekê ecayîb dihatin, lê dûre min qebûl kir. 
 
'BILA JIN BI XWE BAWER BIN’ 
 
Gonulalan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li welat zextên pir mezin li ser jinan hene. Ji ber zextên heyî, jin nikarin derbikevin û civakî bibin. Divê di hemû qadan de ji giraniya xwe danîn holê. Bila jin bi xwe bawer bin.”
 
MA / Muhamed Abdulkadîr Esen