Di vê germahiya havînê de bi rojan e bê ceryan in

  • rojane
  • 09:10 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
ŞIRNEX – Li Silopiyaya ku germahiyeke zêde lê heye, hefteyeke ceryana gelek malan tune ye. Malbatên ku ceryana wan hatiye qutkirin bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin ev pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
Li Taxa Yenîşehîr a navçeya Silopiya ya Şirnexê hefteyeke ceryana zêdeyî 20 malî tune ye. Her wiha ceryana ku şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku bi hinceta "rê li ber ceryana qaçax bê girtin" panoyên ceryanê li derve bi cih dike hat qutkirin jî, gelek welatî mexdûr kirine. 
 
Li taxa ku hema bêje germahiya hewayê di ser 50 pileyî re ye, welatî ji ber nebûna ceryanê bêzar bûne. Jinên li taxê duh meşiyan û bertek nîşanî vê rewşê dan û anîn ziman ku êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. 
 
‘PANO JI BO ZAROKAN XETERE NE' 
 
Sebahat Nas ku bertek nîşanî vê rewşê da got: "An bila ceryana me hemûyan qut bikin an jî bila ceryanê qut nekin." Nas, destnîşan kir ku malên ku ceryana wan tune ne perîşan bûne. Nas bilêv kir ku ew fatûreyên xwe jî didin, lê belê hîn jî fêm nekirine ku çima ev yek hatiye kirin. 
 
Nas got, ew nikarin zexîreyên xwe muhafeze bikin û ji ber vê hemû xera bûne. Nas xwest demildest ev mexdûriyet bê çareserkirin. Her wiha Nas got, panoyên ku li derve tên çêkirin ji bo zarokan xetereyeke mezin in.