Ji ber ferzkirina jimariya leşkerî qebûl nekir, ew avêtin hucreyê

  • rojane
  • 09:09 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Muslum Karak, bavê Îsmet Karakê ku di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê de ye, diyar kir ku ji ber kurê wî jimariya di nîzama leşkerî ya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye, ji 18'ê Adarê ve ew xistine hucreyekê. 
 
Muslum Karak, bavê hukumxwarê siyasî Îsmet Karakê di Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê de ye, diyar kir ku îdareya girtîgehê kurê wî xistiye hucreyekê û derbarê rewşa kurê xwe de raya giştî agahdar kir. 
 
Bav Karak, da zanîn ku kurê wî di sala 2013'an de hatiye girtin û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Bav Karak, got di sala 2014'an de kurê wî ji Girtîgeha Wanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erzinagnê kirine. 
 
Bav Karak, diyar kir ku ew di 18'ê Adarê de çûye girtîgehê, lê belê li wir hîn bûye ku cezayê hucreyê li kurê wî hatiye birîn û 3 meh  jî cezayê hevdîtina bi rêya telefonê lê hatiye birîn. 
 
JIMARIYA LI GOR NÎZAMA LEŞKERΠ
 
Karak, diyar kir ku di hevdîtinê de kurê wî jê re gotiye 'Jimariya li ser piyan li me ferz dikirin. Em jî qebûl nakin. Paşê me derb dikin. Tam mehekê em derb kirin. Min û hevalê xwe biryar da ku em ê bi midur re biaxivin. Me hin tişt pêşniyarî wan kir. Lê qebûl nekirin. Xwestin li gor nîzama leşkerî jimariyê bidin. Paşê ji min re gotin heqê te hucre ye." 
 
Karak, diyar kir ku ew di cejnê de jî çûye girtîgehê, lê belê hîn jî kurê wî di hucreyê de bûye û ji ber vê tenduristiya wî nebaş bûye. Bav Karak, destnîşan kir ku hucreya yekkeî nayê qebûlkirin û tekane daxwaza wî ew e ku kurê wî bibin qawîşa hevalên wî. 
 
Bav Karak ji bo rewşa xwe bang li rayedarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzeran kir. 
 
Karak got: "Neyta rêveberiya girtîgehê tune ye ku kurê min ji hucreyê derxîne. Dixwazim ÎHD û parêzer ji bo vê yekê tev bigerin. Mirov di hucreyê de bi tena xwe nikare bijî. Dest danîne ser radyoya wî. Ji ber ku germ e min şimikeke havînê jê re şand, lê nedanê. Dest danîn ser kincên wî. Rica dikim bila dawî li vê zilmê bê. Di dema 12'ê Îlonê de birayê min di girtîgehê de kir. Min navê wî li kuerê xwe kir. Naxwazim kurê xwe jî bi wî awyî winda bikim. Çi hewce be divê bê kirin."