Qeyûm qamirgeh kir plaj: Bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin

img

WAN - Qeyûm 3 donim qemirgehên li qeraxa Gola Wanê tune kir û şûna wan kir plaj. Ekolojîst Serdar Çevîk, got li herêmê qeyûm bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin û vê yekê wekî rantê dibînin. 

Qeyûmê Şaredariya Artemêtanê Atif Çeîçeklî, 3 donim qamirgehmb li qeraxa Gola Wanê tune kir û şûna wan veguherand plajê. Her wiha li gel vê gelek dar jî hatin jêkirin. Li van qamirgehan çûk û kêzik hebûn. Ekolojîst Serdar Çevîk, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hewzeya Gola Wanê gelekî fireh e û got: "Dikaribûn li cihekî din plajê çêbikin û dê giyanewerek jî zirar nedîtana." 
 
'EKOLOJIYÊ WEKÎ RANTÊ DIBÎNIN' 
 
Çevîk, bi bîr xist ku ji sal û nîvekê zêdetir e ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatine kirin û got: "Qeyûm bi awayekî topyekûn ekolojiyê hedef digirin û dest davên kur li wir kavilbûyîn û talan rû dide. Şaredariya Rêya Armûşê li Bostanîçiyê 4 hezar dar danîbûn. Lê belê qeyûm ev dar av nedan û hişk bûn. Her wiha qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê jî Kompanyaya Çandiniyê ya Organîzeyî ay Wanê pêşkeşî sermayeyê kir û li vir 7 hezar darên fkiyan hatin jêkirin. Li herêmê qeyûm êrîşî ekolojiyê dike û wê wekî rantê dibîne." 
 
'DEV JI TEXRÎBATKIRINA EKOLOJIYÊ BERDIN' 
 
Çevîk, plaja ku qeyûmê Artemêtanê çend roj berê çêkir jî bi bîr xist û got: "Li cihê ku plaj lê hatiye çêkirin 3 donim qamirgeh hatin tunekirin. Li vê qadê gelek çûk û kêzik hebûn. Çûk kêzikên li vira dixwarin û jiyana xwe îdame dikirin. Lê qeyûm ev qad xera kir. Halbûkî ji bo plajê qadên alternatîf hene. Nemaze qada qamirgehî hedef hatiye girtin û ji bo zirarê bidin eklojiyê çi ji destê wan tê dikin. Divê êdî qeyûm dev ji texrîbatkirina ekolojiyê berdin. Li bajêr her roj ekolojiyê texrîb dikin. Ev yek nayê qebûlkirin." 
 
Qeyûm Çîçeklî salan din jî li Artemêtanê li ser gora ermenan plaj çêkiribû. 
 
MA / Mahmut Ruvanas 
 

Sernavên din

11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne