MÊRSÎN - Piştî bûyer û sûcên derbarê îstismarkirina zarokan de zêde bûn û ketin rojevê, nîqaşên darbekirin û xesandinê jî ketin rojevê. Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz anî ziman ku xesandin û darvekirin ne çareserî ne. Yeşîlbogaz got, çareserî afirandina hayjêhebûna civakiyî ye.
Bertekên li dijî îstismarkirina zarokan zêde dibin. Lê ligel vê bertekên li dijî AKP'ê jî ku ji bo vê yekê wekî çareserî darvekirin û xesandinê dide pêş jî zêde dibin. Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku berê jî li welat li hemberî zarokan sûcên wisa dihatin kirin, lê belê ji bo rêgirtina li ber van pirsgirêkan têkoşîn divê.
Yeşîlbogaz, anî ziman ku divê bûyerên îstismarkirina zarokan û şideta li hemberî jinê madeya ewil a rojevê bin, lê belê darvekirin û xesandina kîmyewî ya wekî çareseriya van pirsgirêkan tê diyarkirin ne çareserî ye û got: "Me li gelek welatên cîhanê dît ku cezakirinên bi vî rengî bi kêr nayên. Heta ku perwerdehiya civakiyî pêk neyê û ev perwerdehî hayjêhebûna civakiyî peyda nekin, dê ev pirsgirêk çareser nebe. Niha dibêjin xesandin. Xesandin tenê bi kêr nayê. Li welatê me rêjeya pêbaweriyê ya bi daraz pir kêm e. Di pergaleke edaletê ya wisa de, ma em dikarin baweriya xwe bi biryarên ku vegera wan tune ye bîn? Dema hûn cezayên ku vegera wan tune bin li mirovan bibirin, paşê hûn nikarin bibêjin pardon." Yeşîlbogaz, got tim darvekirinê tînin ziman lê belê li Tirkiyeyê tu beramberiyeke darvekirinê tune ye û divê gel hay ji vê yekê hebe."
'HUKMÊN PROTOKOLÊ NAYÊN BINPÊKIRIN'
Yeşîlbogaz, bi bîr xist ku Tirkiye piştî darvekirinên salên 1980'yî îmza xwe daniye binî hin şertên madeya 6'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). Yeşîlbogaz, bilêv kir ku paşê Tirkiye îmze avêtiye bin madeya 13'emîn a protokola pêvekî û di vê protokolê de tê gotin ku şert û merc çi dibin bila bibin dê darvekirinê çênebe. Yeşîlbogaz got: "Hûn nikarin hukmên protokolê bin pê bikin. Ev tê wateya ku hûn ê derî Yekîtiya Ewropayê (YE) bimînin. Hûn mecbûr in di qanûna xwe ya bingehîn de hin sererastkirina bikin. Eger hûn vê yekê bikin jî li Ewropayê ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Yanî hin mueyîdeyên cezayî yên tune ne di rojeva welat de ne. Em niha darvekirinên ku berê hatine kirin rexne dikin. Yanî bi mueyîdeyên wisa pirsgirêk çareser nabe."
'TEVÎ ZAROKAN DIVÊ MALBAT JÎ BÊN PERWERDEKIRIN'
Yeşîlbogaz, diyar kir ku ji bo rê li ber sûcên wekî îstismarkirina zarokan bê girtin, çareserî afirandina hayjêhebûna civakiyî ye û got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê pêşî zarok û malbat bên perwerdekirin. Dema di malbatê de zarok bê perwerdekirin divê zarok wek ferdekî bê dîtin jê re bê gotin ku wucûdê aîdê wî/wê ye." Yeşîlbogaz, anî ziman ku divê ji bo vê yekê polîtîkayên siyasî bên pêşxistin û civaknas, derûnas û ekonomîst li ser vê yekê hûr bibin.