Parêzerê dosyeya Kirbayir: Doza li DMME'yê dibe ku îsal bi dawî bibe

  • rojane
  • 09:05 12 Tîrmeh 2018
  • |
img

ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya derbarê dosyeya Cemîl Kirbayir de ku di dema binçavkirinê de hat windakirin got: "Ji bo vê dosyeyê min û Parêzer Eren Keskîn serî li DMME'yê da û doza tazmînatê kir. Niha di asta dawî de ye, bi îhtimaleke mezin dê di nav vê salê de bi dawî bibe." 

Cemîl Kirbayir, piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê yanî di 13'ê Îlonê de leşkerana avêt ser mala wî ya li gundê Okçû yê navçeya Golan a Erdexanê û ew binçav kirin. Leşkeran Kirbayir pir Fermandariya ALaya Piyade ya 247'an a Golanê û ji vira jî wî birin Fermandariya Rewşa Awarte ya Qolordû ya ya 9'an a Qersê. Emniyeta Qersê tevî 3 kesan ew birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Dede Korkût ku Kirbayir berê li wir xwendibû lê wê demê ew veguherandibûn îşkencexaneyê. Tê texmînkirin ku Kirbayir li vira hatiye kuştin, lê belê 38 sal in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. 
 
Li ser vê dayika wî Berfo Kirbayir, ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne û kiryar bên darizandin bi salan li Qada Galatasarayê tev li çalakiyaên Dayikên Şemiyê bû, lê belê bêyî ku cenazeyê Cemîl Kirbayir bibîne di 105 saliya xwe de mir. 
 
Parêzer Yaşar Kaya ku got ew Cemîl Kirbayir nas dike û piştî darbeya 12'ê Îlonê hatiye kuştin. Kaya got: "Wê demê ji ber ku gelek kes bi îşkenceyê û kiryarên mediyar dihatin kuştin, di serdema rêveberiya awarte de ser van bûyeran dihat girtin. Wê demê derbarê wî de gelek nûçeyên spekulatîf hatin çêkirin ku Walîtiya Erdexanê ya wê wextê diyar dikir ku Kirbayir reviyaye Îranê û li Îranê ye û derbarê vê de wan nivîs ji keya girtiye. Fermandarê rêveberiya awarte Sabrî Yîrmîbeşoglû û waliyên Erdexan û Qersê dosyeyay wî di refan de bi cih kirin. Her çend wê demê parêzeran îtiraz kir jî, lê belê dîsa jî ser bûyerê hat nixumandin." 
 
‘DOSYE JI REFÊN TOZGIRTÎ HAT DERXISTIN' 
 
Kaya, bilêv kir ku piştî Dayikên Şemiyê çalakî li dar xistin Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ê wê demê, ferman da û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê raporek amade kiriye. Kaya got: "Di vê raporê de îfadeyên kesên bi Cemîl Kirbayir re hatin binçavkirin û girtin diyar bû ku hatiye kuştin. Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dosyeyê ji Walîtiya Qersê re dişîne û li ser vê walîtiyê dosye ji refên tozgirtî derdixe." 
 
Kaya, diyar kir ku piştî darbeyê bi 20 saln yanî di salên 2000'î de bêyî ku hayê malbatê jê hebe dosyeya Kirbayir ji ber demboriyê dîsa di refan de bi cih dikin û got: "Lê belê derbarê demboriyê û rakirina dosyeyê de tu tişt teblîxî malbatê nekirine. Piştî rapora komîsyonê dosye dîsa hat vekirin. Dosye di sala 2013'an de hat vekirin. Me li Walîtiya Erdexanê îtiraz kir û me diyar kir ku di sûcên îşkenceyî de ne mimkun e ku dosye di çaroweya demboriyê de esas bê girtin." 
 
'DIBE KU DOZA LI DMME'YÊ ÎSAL BI DAWÎ BIBE' 
 
Kaya diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Qersê dosyeyê bi rê ve dibe û got: "Dema dê dosye ji nû ve bihatana vekirin, gelekî hat taloqkiirin. Herî dawî di dema ji nû ve vekirina dosyeyê de dozgerê ku wê çaxê dosye bi rê ve dibir ji ber FETO'yê hat girtin. Me hevdîtin bi dozger re çêkir û dozger jî got wek mirovekî ev bûyer wî nerihet dike û divê ev kes bên darizandin. Heta ji 4 kesên ku îşkence kirine yek jê miriye. 2 jê îtixbaratvan in, yek jê jî polîs e. Me li dozgeriyê giliyê van kesan kir. Daxwaza me ya girtinê hat redkirin. Paşê dema bûyerên FETO'yê derketin, dosye dîsa hat sekinandin. Em ê şopdarê dosyeyê bin. Her wiha ji bo vê dosyeyê min û Parêzer Eren Keskîn serî li DMME'yê da û doza tazmînatê kir. Niha di asta dawî de ye, bi îhtimaleke mezin dê di nav vê salê de bi dawî bibe." 
 
MA / Mujdat Can