Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr: Serdema têkoşînê ye

  • jin
  • 11:30 11 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wan ji bo serdema nû seferberiya rêxistinê dane destpêkirin û got: “Ji bo me serdema nû serdema têkoşînê ye.” 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) di 9’ê tîrmehê de civîna xwe li dar xist û piştî hilbijartinê nirxandinên pêvajoya nû û plansaziya wê kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî plansaziya nû ji ajansa me Mezopotamya re axivî. 
 
Taşdemîr diyar kir ku jin di hilbijartinan de rolek girîng lîstine û got: “Keda jinê ya hepvar carek din derket holê. Rêxistina me ya jinan a ku li kolanan û li her deverî xwe dide nîşandan carek din xwe da xuyakirin. Me di civînê de jî nîqaşa li ser pergala faşîst a ku pê re rû bi rû mane nirxand. Ev sê sal e dixwazin siyasetê bê jinan birêve bibin û ev didome. Vê polîtîkayê gelek parlametnerên jin û aktîvîstan girt û saziyên wan girt. Astengiyên pir mezin li pêşiya rêxistinkirina jinan hebûn û ev astengî didomin.” 
 
'EM Ê HIN RADÎKAL BIN’ 
 
Taşdemîr anî ziman ku ji bo serdema nû xeta têkoşîndayînê û plansaziya xwe jî saz kirin e û wiha dewam kir: “Li dijî vê desthilatdariya li ser jinê her tiştî ferz dike û rewa dibîne berpirsyariya me mezin e. Ji ber vê pergala faşîst dê têkoşîna me hin bêtir radîkal dewam bike. Me ji hemû partiyan zêdetir di Meclîsê de cih da jinan, lê ev têrê nake. Em rexnedayîna vê didin jinan.” 
 
'ME SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ DA DESTPÊKIRIN’ 
 
Taşdemîr destnîşan kir ku li dijî pergala “tekzilamî” ku destpê kir dê rêxistinbûna xwe mezintir bikin û got: “Wê pêvajoya pêşiya me bi vê pergala nû re hin bêtir tişt biqewimin. Me jî li dijî van pêkanînên nû yên serdema nû seferberiya rêxistinbûyînê da destpêkirin.” 
 
‘EM Ê KOMA JINAN ÊN XWESER AVA BIKIN’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dê komên xweser yên jinan ava bikin û dê 3 mehê pêşiya wan dê ji bo wan bibe pêvajoya pêngava rêxistinbûnê û dê plansaziyên xwe siberojê ji raya giştî re aşkere bikin. 
 
‘TECRÎD ŞER KÛR DIKE’ 
 
Taşdemîr bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Yek ji plansaziya jinan ew e ku li dijî tecrîda ser birêz Ocalan xeta têkoşînê bihûnin. Polîtîkaya çewt a li ser jinan tê birêvebirin ji polîtîkaya tecrîdê ne cudatir e. Pêkanîna tecrîdê kûrkirina şer e. Kurkirina şer jî tê wateya rêxistinkirina zilaman.” 
 
'SERDEMA TÊKOŞÎNDAYÎNÊ YE’ 
 
Taşdemîr da zanîn ku ew ê li her deverê têkoşîna belav bikin û got: “Em ê wej jinên HDP’yî li dijî tarîtiyê li qadan bin. Li dijî hemû tasfekirin û pêkanînên li ser jinan em ê ji nû ve aj bidin û piştevaniya jinan xurt bikin. Ji bo me vê serdema pêşiya me serdema têkoşîndayînê ye.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê