Kevneşopiya şalwaran a li Dersimê berdewam dike

  • rojane
  • 11:00 11 Tîrmeh 2018
  • |
img
DÊRSIM - Li Dersimê bi salan e jin kevneşopiya şalwaran berdewam dikin. Yek ji jinên Dersimê Medîne  Gedîk, li dijî modernbûna belav dibe,  şalwaran didirû û difiroşe. 
 
Gelê kurd bi cil û libasên xwe yên kevneşop li dijî çanda pişavtin û modernbûyînê li ber xwe didin. Kurd tu carî dest ji kevneşopiyên xwe bernedan û heya îro berdewam dikin. Yek ji bajarên li dijî çanda modernbûyînê li ber xwe dide Dersime û li dijî hemû cureyên polîtîkayên pişavtinê kevneşopiya xwe ber dewam dikin. Kevneşopiya şalwar ê jinên Dersimê bi hezaran salin li xwe dikin, hemû hewldanên pişavtinê vale derxistin. Çanda şalwar li xwekirinê bi Dersimê re bûye yek û herî zêde jin eleqeyê nîşan didin. Tenê li Tirkiyeyê ev eleqe nayê nîşandan, di heman demê welatiyên ji derveyî welat jî eleqeyek mezin nîşan didin. Jin gava xwe davêjin Dersimê, teqez şalwar li xwe dikin û bi xwe re jî dibin.
 
DERBASÎ HEMÛ NIVŞAN BÛ
 
Jina 55 salî Medîne  Gedîk, 30 salin li navçeya Pulur a Dersimê şalwaran didirû û difiroşe, yek ji wan kesane ku vê kevneşopiyê berdewam dike. Gedîk, diyar kir ku li Dersimê şalwar hebe, Dersim heye û wiha axivî: “Şalwar ji bo me remzek pir girînge. Gelek caran ji ber daxwazên zêde, serê sibê saet 05.00’an dest bi dirûtina şalwaran dikim. Min ev kevneşopî ji dayîka xwe girt. Li gund  dayîka min ji bo jinan didirût. Gava min dest pê kir ceyran tunebû. Li gund min li ber ronahiya lambê bi destan şalwar didirûtin û di firot. Dûre min pere kom kir û makîneya dirûştinê kirî.”
 
‘GAVA ŞALWAR LI XWE DIKIM PIR KEYFXWEŞ DIBIM’
 
Gedîk, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 1980’î de min şalwar li xwe û çû Stenbolê. Ji ber vê yekê heqaret li min hat kirin. Şalwarên ji bo me pir girîng, li Stenbolê rastî heqaretan hatin. Gava min li xwe dikir, hemû kesan kenê xwe bi min dikirin. Ji ber ku min jî ne dizanî, min şerim dikir û diguhert. Wê demê ez pir xemgîn bûbûm. Dûre min ji bo xwe sondxwar ku ezê nirxê van şalwaran ji hemû kesê re vebêjim. Niha jî hemû cihan şalwarên Dersimê ji me dixwazin. Gava şalwar li xwe dikim, pir keyfxweş dibim. Şalwar keyfxweşî û hizûrê dide min.” 
 
MA / Semra Turan