Parlamentera HDP'ê Başaran: Divê civak ji bo Arin û zarokên din hestiyar bin

  • rojane
  • 09:19 11 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, bal kişand ser rewşa Arîn a 1 salî ku li gel dayika xwe girtî ye û tevî nexweşiya astimê nayê berdan û wiha got: "Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Divê civak ji bo Arîn û hemû zarokan hestiyar tev bigerin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T/2 a Rihayê Zaroka 1 salî Arîn li gel dayika xwe Esma Yilmaz girtî ye û nayê berdan. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 2017'an li Tirkiye di navbera temenê 0-6 salî de 560 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Li girtîgehan 171 dayik girtiyên ku doza wan didomin, 345 dayik jî ceza xwarine bi tevahî 516 dayik tevî zarokên xwe girtî ne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser rewşa Arîn û zarokên din ên girtî û bang li civakê kir ku her kes hestiyar tev bigerin. 
 
ÎKTÎDARÊ GIRTÎGEH KIRINE QADA BIŞAFTINÊ
 
Başaran, anî ziman ku îktîdarê girtîgeh kirine qada bişaftina eniya muxalif û wiha got: "Arîn a 1 salî tevî nexweşiya Astimê li gel dayika xwe girtî ye û dayika wê nayê berdan. Me berê li gel hevala xwe Sibel Yigitalp ku di Komisyona Girtîgehan de cih digirt bi dehan caran pêşniyarname da meclîsê. Me bi wezaretê re hevdîtin kirin. Rewşa Arîn bêtir hesas e.
 
ARÎN TERKÎ MIRINÊ KIRINE 
 
Bajaran, da zanîn ku demek e bi rewşa Arînê re eleqeder dibin û wiha berdewam kir: "Arîn hêj 6 mehî bû hat girtin. Niha yek salî ye û astima wê zêde bûye. Nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Şertên ku ji bo tenduristiya mezinan talûke be, ji bo zarokan rîska mirinê ye. Ji ber ku li girtîgehan bijîşk tune ye. Dema germa laşê zarokan zêde bibe, rakirina zarokan a nexweşxaneyê zahmet e. Sersariya bi vî rengî ya li hemberî zarokan hiqûqa dijminantiyê ye." 
 
RÊBERÊ ÇETEYAN HEFTEYEKÎ DESTÛR DIGIRE LÊ ZAROKÊN NEXWEŞ GIRTÎ NE 
 
Ayşe Acar Bajaran herî dawî bal kişand ser Alaattin Çakici ku her roj hevdîtinan dike û dikare hefteyekê destûr bistîne û wiha got: "Em dizanin Rêberên Çeteyan bi hinceta nexweşiyan hefteyekê destûr distîne û her roj hevdîtinan dikin. Lê li aliyê din dayika Arîn nayê berdan. Ev hiqûqa mêtîngerî û dagirkeriyê ye. Di salên 1980'an de jî hiqûqek wisa tune bû. Di rewşê wisa de dikarin 6 meh 6 meh înfazê taloq bikin. Em bang li hemû cemaweriyê dikin ku li hemberî rewşa Arîn û zarokên din ên tevî dayika xwe girtî hestiyar tev bigerin. Em ji civakê dixwasin ku hestiyar tev bigerin û seferberiyê îlan bikin. 

Sernavên din

28/03/2024
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
27/03/2024
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin