Li Dersimê amadekariyên ji bo zivistanê ji niha ve destpêkirin

  • rojane
  • 09:12 10 Tîrmeh 2018
  • |
img

DERSIM – Li gundên Dersimê yên li quntarên çiyê ku bihara wan dereng dest pê dike û zivistana wan zû dest pê dike, welatiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundî di vê germê de bi tirpanê giya didirûn û paşê van giyayan davêjin patosê û dikin ka. 

Li Dersimê ji niha ve amadekariyên zivistanê dest pê kirin. Nemaze jî li gundên ku li quntarên çiyê ne, welatiyên sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kirin. Çimkî li van gundan zivistan dijwar e. Li gundê Kurdesy ê navçeya Pulur a Dersimê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin bi tirpanê giya diçinînin û paşê wan davêjin patosê û dikin ka. Paşê kaya ku çêdikin dixin kîsan û dixin axuran. 
 
Şêniyê gund Bariş Gunduzkara, anî ziman ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin û wan ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kiriye. Gunduzkara, diyar kir ku wan çil donim giya daniye û ew ji sibehê heta êvarê vî giyayî diçinînin. Gundizkara, da zanîn ku ji ber zivistana herêma wan dijwar e ew zivistanê nikarin heywanên xwe derxin derve û got: "Li Dersimê tenê em bi sewalkariyê debara xwe dikin." 
 
XEBATEKE KOLEKTÎF 
 
Gunduzkara, bilêv kir ku li gund xebateke kolektîf heye û gundî bi hev re amadekariyên ji bo zivistanê dikin. Gunduzkara, anî ziman ku ew li gundê xwe ne û ji ber vê karê ku dikin çi qas zehmet be jî kêfxweş in. 

Sernavên din

13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir