Xwest Ozkanê nexweşîna koahê lê peyda bûye, bê berdan

  • rojane
  • 09:10 10 Tîrmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Sabrî Ozkan xwest birayê wî Omer Ozkanê 68 salî ku nexweşîna koahê û dil lê peyda bûye, bê berdan. 

Di 28'ê Nîsanê de polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Gungoren a Stenbolê. Di avêtina ser avahiya partiyê de Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de 41 kes hatin binçavkirin. Li emniyetê 31 kes piştî îfadedayînê hatin berdan û Çîçek jî di nav de 10 kes hatin girtin. Piştî îdianame hat qebûlkirin Çîçek jî di nav de 8 kes hatin berdan. Lê belê Hevserokê HDP'a Gungorenê Omer Ozkan ê 64 salî û nexweşîna koahê lê peyda bûye û 2 kesên din nehatin berdan. Ozkan di Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê de ye. Malbata wî xwest Ozkan bê berdan. 
 
64 SALÎ YE Û NEXWEŞÎNA KOAHÊ LÊ PEYDA BÛYE 
 
Sabrî Ozkan, birayê Omer Ozkan, anî ziman ku nexweşîna koahê û dil li birayê wî peyda bûye û 4 meh berê wekî ehvserokê HDP'a Gungorenê hatiye hilbijartin. Ozkan, bilêv kir ku 8 sal in kekê wî nexweş e û got: "Birayê min ji dilê xwe nexweş e û nexweşîna koahê pê re heye. Nikare di cihên girtî de zêde bimîne. Her wiha 6 salên dawî ye ku bi awayekî rêk û pêk dermanan dixwe. Li girtîgehê jî ji ber ku rapora wî heye dermanên xwe dixwe." 
 
Ozkan, destnîşan kir ku girtîgeh ji bo tenduristiya kekê wî nebaş e û ji ber bê hewa ye ji bo nexweşîna koahê qet enbaş e. Ozkan, da zanîn ku dema kekê wî Ozkan hatiye girtin li qawîşeke ku kapasîteya wê 12 kes in lê 41 kes lê dimînin hatiye bichkirin û got: "Li cihekî nehîjyenîk dimînin. Di warê xwarin û vexwarinê de prisgirêk hene. Bi her awayî cihekî bi porblem e. Yanî li qawîşeke ku divê 12 kes lê bimînin, lê 41 kes lê dimînin. Paşê ev hejmar daket 35 kesan." 
 
‘NIKARE DI CIHÊN GIRTÎ DE BIMÎNE' 
 
Ozkan got: "Ji ber nexweşîna xwe tim dermanan dixwe. Li girtîgehê her çend hin pirsgirêk rû bidin jî bi awayekî dermanan didinê. Lê fobiya kekê min Omer a li cihê girtî heye. Nikare zêde li cihên girtî bimîne. Nikare li rîngên ku wî ji ber hin sedeman siwar dikin bimîne. Kekê min ji bo danişîna wan ku dê di 2'yê Tebaxê de pêk bê û ji bo li rîngê neyê siwarkirin daxwazname nivîsand. Lê em nizanin dê girtîgehê li gor vê yekê tev bigere an na. Eger biryareke li gor vê yekê neyêd ayîn dê kekê min neçe dadgehê." 
 
Ozkan, destnîşan kir ku ew dixwazin kekê wî rojek berî rojekê bê berdan û edalet pêk bê. 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin