Pekoz: Em ê ji bo azadiya gel û baweriyan bitêkoşin

  • rojane
  • 09:01 8 Tîrmeh 2018
  • |
img
EDENE - Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, diyar kir ku divê hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn û ew ê ji bo vê yekê li parlementoyê û kuçeyan bitêkoşin. 
 
Li Tirkiyeyê gel û bawerî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, diyar kir ku ji bo ev rewş ji holê bê rakirin ew ê li parlementoyê bitêkoşin. Pekoz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek gel û bawerî hene û pirsgirêkên hemûyan xweser in. Pekoz, bilêv kir ku ew dixwazin bi gel û baweriyên cuda re li konferansan bên gel hev û van pirsgirêkan ji devên wan bibihîzin. 
 
‘DIVÊ EM JIYANÊ AVA BIKIN' 
 
Pekoz, destnîşan kir ku ji ber ferasetiya tekparêz a dewlet gel bi awayekî azad najîn û ev feraset bi rêzgirî nêzî çand û zimanê gelan nabe. Pekoz, bilêv kir ku pirsgirêka sereke ya gelan ew e ku îktîdar tekparêziyê li gelan ferz dike û tekane çareseriya pirsgirêkê ew e ku ev feraseta tekparêz bê pûçkirin. Pekoz, diyar kir ku ji bo avakirina civakeke ku gel bi awayekî azad bi ziman û çanda xwe bijîn, divê bi hev re jiyanê ava bikin. 
 
‘EM Ê TEVÎ GEL ÇARESER BIKIN' 
 
Pekoz, diyar kir ku gel û bawerî "çawa bixwazin tev bigerin" ew ê li gor wê hewl bidin û got: "Divê pêvî gel û bawerî niqaş bikin ka dixwazin xwe çawa bibînin û paşê divê em vê yekê bikin pirtûkçeyek. Em ê pirsgirêka wan tespît bikin û paşê ji bo vê yekê li Meclîsê tev bigerin." Pekoz, anî ziman Meclîs ji bo vê yekê têr nake û got: "Di serdema din de gelek pçşniyaznameyên hevalên me esas nehatin girtin. Loma ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bi gel û baweriyan re nîqaş bikin û ji bo vê hewl bidin." 
 
‘EM Ê NEWEKHEVIYÊ JI HOLÊ RAKIN' 
 
Pekoz, diyar kir ku ji ber Serokatiya Karên Diyanetê li gorî mezheba Henîfîtiyê ya Sûnnîtiyê xizmetê dike, li Tirkiyeyê di warê baweriyê de azadî tune ye û got: "Ji bo azadiy baweriyî beriya her tiştî divê kontrolkirina dewletê tune be. Divê bawerî li gorî cemaetên xwe bên birêvebirin. Li welatê me tenê xizmet ji bo mezheba Henîfîtiyê heye. Dewlet bi sedan personelî peywirdar dike. Lê belê ji bo olên din xizmetê nake." 
 
‘TEKPARÊZÎ HEYE' 
 
Pekoz, destnîşan kir ku azadiya baweriyî berfireh e û got: "Heta ku mudaxileiya dewletê hebe dê azadiya baweriyî pêk neyê. Çimkî dewlet tekparêziyê ferz dike. Di nav vê pergalê de ne mimkun e ku mirov behsa azadiya baweriyî bike. Em ê vê newekheviyê ji holê rakin. Ji bo hemû gel û bawerî bi awayekî azad bijîn em ê li parlementoyê û kuçeyan bitêkoşin." 
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'