'Îdareya girtîgehê fiyetên pirtûkan dike du qat û difiroşe girtiyan'

  • rojane
  • 09:10 7 Tîrmeh 2018
  • |
img

STENBOL – Pirtûkên ku ji derve ji girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê re tên şandin, nadin girtiyan. Hat îdiakirin ku pirtûkên ku girtî dixwazin, îdareya girtîgehê bi fiyetekî du qat zêdetir didin girtiyan. 

 
Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, di 23'yê Sibatê de biryar girt ku ji bilî pirtûkên dersan, ew ê tu pirtûkên ji derve ji bo girtiyan tên şandin nedin wan. Li ser daxwaza girtiyan, parêzeran li Dadweriya Înfazê ya Antalyayê îtiraz kir. Lê belê Dadgeha Ceza ya Giran a 1'an a Antalyayê îtiraz red kir. Li ser vê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da, lê belê hîn AYM'ê biryara xwe nedaye. 
 
Her wiha hat îdiakirin ku pirtûkên ku girtî dixwazin, îdareya girtîgehê bi fiyetekî du qat zêdetir didin girtiyan. 
 
Parêzera endama Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Nagehan Avçîl, rewşa heyî nirxand. Avçîl, bilêv kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi îşkenceyê ketiye rojevê, rayedarên îşkence kirine nehatine darizandin û her wiha li girtiyên hatine îşkencekirin jî cezayên dîsîplînê hatine birîn. Avçîl, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re li girtîgehan gelek maf hatine binpêkirin û ev binpêkirin hîn jî didomin. 
 
Avçîl, bilêv kir ku îdareya girtîgehê li ser girtiyan polîtîkaya çewisandinê bi rê ve dibe û yek ji van polîtîkayan jî nedayîan pritûkan e. Avçîl destnîşîn kir ku girtîgeha ku bi rêbazên zorî nikare girtiyan bitepisîne, vê carê hewl dide girtiyan ji pirtûkan drû bixîne. 
 
Her wiha gîdareya girtîgehê ji bo rojnameyên ku girtî dixwazin jî got: "Li vê derdorê ev rojname nayên firotin. Bawer nakim ku bayiyên van rojnameyan bifiroşin tu karî bikin. Nikarin li van deran kar bikin." 
 
PIRTÛKÊN KURDÎ HATIN DESTESERKIRIN
 
Avçîl, anî ziman ku girtiyên siyasî ancax 2 mehan carekê dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê çêbikin û got: "Dema girtî dibêjin 'ji ber çi wisa tê kirin', ji wan re dibêjin 'eger hûn biçin qawîşên serbixwe em ê we têxin qawîşên asayî.' Lig irtîgehan her cure mafên girtiyan tên binpêkirin." 
 
Avçîl, anî ziman ku girtiyê bi navê Eyup Kiliç pirtûkeke bi kurdî nivîsandiye, lê belê îdareya girtîgehê dest daniye ser pirtûkê û nahêle bişîne derve. 
 
Li ser vê yekê em li îdareya girtîgehê geriyan, lê bersiv neda telefona me. 

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê