Ji ber qedexeyan kîraya zozanan duqat zêde bû

img
COLEMÊRG - Li Geverê piştî Zozanê gundê Serdeştê hat qedexekirin, buhayê kirêya zozanan 2 qat zêde bû. Koçerên ku zozanên wan hatin qedexekirin, neçar man ji bo 40 rojan bi 20 hezar TL zozan kirê bikin. Welatiyên ku 3 salin heman rewşê dijîn xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibe. 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan 7 meh berê soz dabû ku qedexeyên zozanan li Colemêrgê bi dawî bike. Lê ligel 7 meh borîn hêj qedexeyên zozanan bi dawî nebûne. Li şûna qedexe bi dawî bibin, qedexeyên din tên îlankirin. Welatiyên herêmê ku koçer in û debara xwe bi sewalkariyê dikin, li dijî qedexeyan bi îsyan û hawar in. Welatiyên gundên herêmê diyar kirin ku 3 salin di bin qedexeyan de dijîn û xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibin. Welatiyên gundê Serdeştê yên navçeya Geverê 3 salin di bin qedexeyan de dijîn. 
 
 
ÊDÎ BES E 
 
Welatiyên gundên Serdeştê yên ku 3 salin di bin qedexeyan de dijîn û nikarin biçin zozanên xwe bertek û nerazîbûn nişan dan û gotin êdî bes e. Welatiyê Gundê Serdeştê Musa Karaman li dijî qedexeyên zozanan bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Piştî bahar hat û demsala zozanan dest pê kir, herêm hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê em neçarin biçin zozanên derve. Em ji bo 40 rojan 20 hezar TL heqê mêrg û sozanê didin. Zivistan dijwar derbas bû û pêwiste em biçin zozanan. Lê zozanên me hatin qedexekirin. Em neçarin biçin zozanên derve. 3 salin em di bin qedexeyan de dijîn. Em nikarin biçin zozanên xwe. Êdî bes e bila ev qedexe bi dawî bibin. Em bi vî şiklî nikarin sewalkariyê bikin. 
 
‘LI HERÊMÊ HÊJMARA MIHAN JI 15 HEZARAN DAKET 7 HEZAR MIHΠ
 
Karaman, anî ziman ku li gundê wan welatî tenê debara xwe bi sewalkariyê dikin û wiha got: "Ji ber 3 salin zozan tê qedexekirin û sewalkarî zahmet e hêjmara sewalên gund ji 15 hezaran mihî (pez) daket 7 hezar mihî."  
 
Welatî Suleyman Karaman jî anî ziman ku piştî zozan hatin qedexekirin lêçûna wan 4 qat zêde bûye û êdî nikarin sewalkariyê bikin û nikarin pez xwedî bikin. Karaman wiha got: "Ewlehiyê hincet nîşan didin. Lê ez 70 salî me û heta niha her dem derketim zozanan. Heta niha tiştek li min nehat. Tiştek ne bi me û ne jî bi sewalên me hat. Di 3 salên dawî de ji ber polîtîkayên hikûmetê malê me tune dibe. Niha zozanên Warê Marê û Kelûkê qedexe ne. Em nikarin biçin zozanên xwe
 
'7 MEH BORÎN ZOZAN HÊJ QEDEXE NE' 
 
 
 
Karaman, destnîşan kir ku Erdogan 7 meh berê soza ku qedexeyên sozanan rake da û wiha got:  "Buhayê kayê zêde bûye. Berî ku qedexe bê îlankirin me hemû giha û ka ji der û dora gund kom dikir. Lê niha em neçarin ka û gihayê ji derve bikirin da ku em zivistanî bikin êm û bidin pezê xwe. Em êdî nikarin pez xwedî bikin. Serokomar 7 meh berê soz da ku qedexeyan rake. Lê 7 meh derbas bûn, Zozan hêj qedexe ne."!