Dayikên Aştiyê: Niha dem dema têkoşînê ye

  • rojane
  • 09:12 28 Hezîran 2018
  • |
img
ÊLIH – Dayikên Aştiyê yên Êlihê, diyar kirin ku HDP'ê bi saya keda bi milyonan kesî bend derbas kiriye û gotin: "Hilbijartin qediyaye, lê nayê wê maneyê ku em ê rûnên. Dem dema têkoşînê ye. Em ê rûnenên, hûn jî rûnenên." 
 
Dayikên Aştiyê yên Êlihê, destnîşan kir ku ligel hemû hîle û xurdeyan jî HDP'ê benda derbas kiriye û ew têkoşîna ku dayikên aştiyê di dema hilbijartinan de jî daye neqediyaye û ew ê bêtir bixebitin. 
 
Dayika Aştiyê Muhlîse Kina, diyar kir ku ligel hemû hîle û xurdeyan jî HDP'ê bi saya bi milyonan kesî bend derbas kiriye û got: "Hilbijartin qediya, lê em ê bêhna xwe venedin. Dem ne dema rûniştinê ye, em ê ji cihê mayî dewam bikin. Êdî ji bo dawî li vê xwînê bê em ê bixebitin. Em dixwazin li ser maseyê bi axaftinê dawî li vî şerî bê. Êdî em naxwazin dayik bigirîn." 
 
Kina, bal kişand ser çewisandinên li girtîgehan jî û bi bîr xist ku ji ber ku li girtîgehê nayên tedawîkirin girtî dimirin. Kina xwest dawî li vê siyasetê bê û got: "Di serîd e Selahattîn Demîrtaş û bi giştî hemû girtî divê demildest bên berdan. Hilbijartin qediya, lê nayê wê maneyê ku em ê rûnên. Dê ji cihê mayî têkoşîna me dewam bike." 
 
‘JI BO DAWÎ LI ŞER BÊ EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn jî, anî ziman ku HDP'ê bi saya keda bi milyonan kesî bend derbas kiriye û ew ê ji berê bêtir li qadan bin û bitêkoşin. Seçkîn bang li dayikên leşker û polîsan jî kir û got: "Niha operasyonan li hemberî Qendîlê dikin. Çima ew zarok li wir bimirin. Bang li dayikên leşker û polîsan û gerîlayan tev de dikim. Werim em dest bidin destê hevdu û ji bod awî li vî şerî bê em bitêkoşin. Duh xwestin li ser xwîna leşkeran dengan kom bikin û kirin jî. Çima li ser xwîna zarokên me siyasetê dikin, divê em destûr avê yekê nedin? Çima hêstirên çavên dayikan bibin dengên wan?" 
 
'EM Ê RÛNENÊN HÛN JÎ RÛNENÊN' 
 
Dayika Aştiyê Elîf Tîlûktîmûr jî, diyar kir ku kurdan dengê xwe nedaye şerxwazan, daye HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş û got: "Dayikên Aştiyê tim dengê xwe dane aştiyê û dê ji niha û pê ve jî bidin. Tekane armanca me, aştî ye. Ne dema rûniştinê ye, dema têkoşînê ye. Em ê rûnenên, hûn jî rûnenên." 

Sernavên din

25/04/2024
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir