Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye

  • rojane
  • 22:43 17 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzete Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê hilbijartina 24'ê Hezîranê de di TRT de axaftina hilbijartinê kir. Dema Demîrtaş axivî bi sed hezaran kesên li Stenbolê beşdarî mîtîngê bûn Demîrtaş temaşe kirin. 
 
Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî li girtîgehê di TRT'ê de axivî. Demîrtaş, ji bo propaganda hilbijartina 24'ê Hezîranê xibatî gelê Tirkiye kir. Demîrtaş ewil gel silav kir û wiha got:  Ez bi hezkirin, bêrî û hestên xwe yên herî germ we silav dikim. Di vê kampanyaya hilbijartinê de mixabin ez ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bangî we dikim."
 
Demîrtaş, ewil bal kişand ser şertê xwe û wiha axivî: "Di 4’ê Mijdara 2016’an de tevî 12 hevalên xwe yên parlementer, em xistin girtîgehê. 20 meh in bi awayekî bêhiqûq em  di vê derê de girtî ne. Tu carî darizandineke adil û bêalî pêk nehat. Di vî 20 mehî de, tenê du caran derketim dadgehê. Pêvajoya min a darizandinê bêyî girtin dikare pêk bihata, lê ji ber zextên siyasî biryara li ser min a dîlgirtinê didome. Sûcdariyên li ser min jî axaftinên min in, ên ku we gelek caran guhdarî kiriye. Ji xeynî van tiştan tu sûcdariyeke din tune. Ji ber ku AKP ji min ditirse, ez li vê derê me. Li vê derê ez hatime girtin û li qadan li paş min îftîrayan li min dikin. Têkildarî min tu biryareke mahkûmiyetê tune, lê min sûcdar îlan dikin. Bi vî tiştî re Destûra Bingehîn binpê dikin û raya giştî şaş agahdar dikin."
 
WÊ DERKEVE HOLÊ KU EZ NE SÛCDAR IM
 
Demîrtaş polîtikayên AKP'ê rexne kirin û wiha pede çû: "Ji bo ku jiyana wan a luks û desthilatdariya xwe winda nekin, derewan dikin. Kesên ku exlaq û wijdanê xwe winda kirine, çawa dixwazin welat bi rê ve bibin, ez nikarim fêm bikim. Bila hûn zanibin ku di demeke kurt de ew ê derkeve holê ku ez ne sûcdar im Tenê bila saziyên darizandinê ne bendewariyên desthilatdariyê lê xwe bispêrin hiqûqê. Bila  vî tiştî ji bîr nekin, Seyîd Riza gotibû, “Min nekarî serî bi fen û fûtên we derxînim, ev ji min re bû derd. Lê min li ber we stûyê xwar nekir, bila ev jî ji bo we bibe derd!” Ez ê serî bi derewên we derxînim!
 
AKP HER ROJ LI KOŞKAN E, LÊ GELÊ ME MOHTACÎ NANEKÎ YE
 
Demîrtaş, bal kişand ser helwesta AKP'ê ya li hemberî gel û wiha lê zêde kir: "Heke zordarî û bêhiqûqî tenê li ser min bûya, min ê qala van tiştan nekira. Lê hûn her roj vê zordarî û bêhiqûqiyê li derdora xwe dibînin. Hûn mexdûrên vê zilmê ne. Ez dibînim ku jiyana we roj bi roj dibe trajedî. Li ser civakê dixwazin tirs, bêhêvîtî û reşbîniyê pêk bînin. Êdî bira ji bira, cîran ji cîranê xwe dikeve gumanê. Ligel vî tiştî bêkarî, hejarî, enflasyon û bilindbûna dovîzan jiyan xeniqandiye. Rêveberiya AKP’ê her roj li koşk û serayan e, lê gelê me jî birçî ne. Polîtîkayên şer, bi canê zarokên me didome.
 
BANG LI GEL KIR
 
Xuşk û birayên hêja;
 
Di rejîmên demokratîk de hilbijartin gelekî girîng in. Bi dengên ku hûn ê bidin, ew ê zagon were çêkirin û hûn ê nûneran hilbijêrin. Biryara we ne bi tenê îroj, ew ê bandora xwe li ser dahatû û zarokan jî hebe. Hûn ê biryara xwe bidin, ka wê piştî 24’ê Hezîranê welat ber bi ku ve biçe.
 
Heke hûn dengê xwe bidin AKP’ê êdî ew ê qedera welat di destê kesekî tenê de be. Ew ê hemû rayeyên rêvebirin, darizandin û zagonan di destê kesekî de be. Ew ê tu sazî tunebe ku karibe kêşeyên herî biçûk ên wî kesî jî sererast bikin, ew ê qedera 81 milyon kesan di destê kesekî tenê de be.
 
Dinya dema ku bi rêya demokrasiyê  bi pêş ve diçe, ew ê Tirkiye bi rêveberiyeke derveyî serdemê tenê bimîne û ew ê dûrî demokrasiyê be. Ew ê hemû destkeftiyên demokratîk di şevekê de ji holê were rakirin. Ew ê tu cih nemîne ku li hemberî bêedaletiyê em karibin serî lê bidin. Ew ê dadgeh û saziyên dewletê ji derdê we re nebe derman. Ew ê her tişt li gorî kêf û zewqa kesekî were kirin. Di wê rejîmê de, ew ê mirov bibêje qey dike bixeniqe.
 
BÛYERÊN DAWÎ NÎŞANİ ME DIDIN
 
 
Demîrtaş, da zanîn ku ew ne li gorî texmîn û pêşdîtinên xwe van tiştan dibêje û wiha got: "Em li bûyerên ku di salên dawî de pêş ketin van tiştan dibînin. Tişta îro em dijîn, tenê fragmana rejîma yek zilamî e. Esil filma tirsnak hêj dest pê nekiriye. Ger ku piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê bi ser bikeve dê dest pê bike. Di 24'ê Heziranê de ev fîlmê tirsnak dest pê bike an dest pê nede di destê we û mohra destê we de ye. Hûn dê bi xwe biryarê bidin." 
 
SEKNA WE TEMÎNATA PÊŞEROJA TIRKIYE YA RONÎ YE
 
Demîrtaş, di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser sekna gel û wiha lê zêde kir: "Şik û fikara min tune ku hûn destûr bidin fîlmê tirsnak. Ez bawer dikim ku hûn dê biryara xwe ji bo demokrasî û azadiyê bidin. Li gel hemû zilm û zextan hûn serbilind bûn. We serî netewand. Sekna we temînata pêşroja Tirkye ya ronahiyê ye. Li gel vê tabloya reş hewce nake mirov bê hêvî be. Berî ku em derbasî vê pêvajo û tunela tarî bibin di destê we de gelek firsendên dîrokî hene. Em bi hevre vê firsendê rast bigirin dest. Em dê bi hevre bi ser bikevin.  Îro hemû derfetên dewletê xistine destê xwe. Walî, qeymeqam çapemenî hemû di xizmeta wan de ye. Hemû burokrasî di fermana AKP’ê de ye. Lê tevî vê yekê nikarin qadan tije bikin û siyaseta kifikî dikin. Tenê bi qasî dengekî canê wan heye. Heqaratê li mirovan dikin. Her kesî dikin dijminê hev. Lê îro ne zahmet e ku gel hêza xwe nîşanî wan bide." 
 
DENGÊ XWE BIDIN ME Û PIŞTRE JI MERE BIHÊLIN
 
Demîrtaş bal kişan ser girîngiya dengan û parastina sindoqan û wiha pêde çû: "Di 24'ê Hezîranê de hûn dengekî xwe bidin HDP'ê û dengekî xwe bidin Demirtaş. Piştî wê ji mere bihêlin. Vê firsenda ku hûn dersek xweşik bidin kesên polîtîkayên çîna sêyemîn ên xwe rêberê cîhanê dihesibîne ji dest nerevînin. Ji ber vê yekê teqez biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Û li sindoqê xwedî derkevin. Bi taybetî ez ji hevalên xwe yên ciwan re dibêjim. Li sindoqan xwedî derkevin û bibin muşahîd. Li ser sindoqan bibin peywirdar. Ez herî zêde ji ciwan û jinan bawer bûm û bûm namzet. Li vir derfetên min pir kêm in. Ez li girtîgeha ewlehya wê bilind têm girtin. Ez bawer dikim hûn dê bi heman coş û kelecanê li sindoqan xwedî derkevin. Min meraq nekin. Her ku hûn baş bin ez jî baş im. Hûn çiqas azad bin ez jî ew qas azad im. Ne 20 mehan ez dikarim 20 salan jî li vê hucrê bibînim. Lê dîsa serî natewînim. 
 
Ez dê li ser navê we ji bo aştî, demokrasî û azadiyê her dem li ber xwe bidim. Kesên bawer dikin ku em ji girtinê û mirinê bitirsin êdî ew bi xwe ji siya xwe ditirsin. Ew bila ji siya xwe bitirsin. Lê em bimeşin rojê û rojên xweş. 
 
EM KÎNE 
 
Demîrtaş, herî dawî bal kişand ser nasnameya xwe û wiha bi dawî kir. "Başe em kîne. EM kurd, tirk, jin, mêr, elewî, sunnî ne. Em mirov in. Em yek ji yekî ne mezintir in. Em hemû wek hev in. Hêrsa me li dijî zilmê ye. Li çarşia esnafan a Serez em Şeyh Bedrettin in. Aliyekî me Pir Sultan  e. Li dezgehê îşkenceyê em bûn Hallac-ı Mansur  û Îbrahim. Bûn Mazlum, Dema em çûn sêpêyê serê me bilind bû. Em Deniz, Huseyin, Yusuf bûn. Navê me Şêx
 Sedî e. Li qada deriyê Çiyê. Dema me li hemberî Begê Bolû serî bitewanda em nedibûn Mahir. Koroglu, Di birê de Yusuf li Kerbela Huseyin. Li sirgûnê Ahmet Kaya, li zindanê Yilmaz Guney. Em ji bîr nekin 
Em dibin çandinî û tên. Em dibin ard û tên. Em yek diçin hezar tên. Lêdana me ne xelasî ye. Ger ku em tune bûbûna em zûde tune dibûn. Ev e ferqa me. 
 
Em ne yek mirov in. Em hezar in. Em pi rmirov in. Em ji yek mirovî natirsin. EM seri natewînin. 
 
Di 24'ê Heziranê de em ne tirsê têxin zarfê. Em hevî û baweriyê têxin zarfê. Yek deng bidin HDP’ê û Yek deng bidin Demirtaş. Deng nedin tarîiyê. Şensê bidin hevî, aramî û ewlehiyê. Em vê yekê bi hevre bikin û bi hevre bi ser bikevin. Werin em bi hevre biguherînin û em bihevre bi ser bikevin. "
 
Demîrtaş herî dawî helwesta TRT’ê jî rexne kir û diyar kir ku ji ber vê neheqiya li wî kirine dê heqê xwe li wan helal neke. Bi vê heviyê ez we bi hurmet û rêzdarî silav dikim. Cejna we ya Remezanê pîroz be. Rojên bi hevî daxwaz dikim."