Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin

  • rojane
  • 14:30 16 Hezîran 2018
  • |
img
AGIRÎ - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku polîtikayên îtîfaqada AKP-MHP'ê ya li dijî kurdan hilbijêr pir bêzar kirine û wiha got: “Em dibînin ku li Agiriyê jî hilbijêrên AKP'î derbasî HDP’ê dibin. Em dê sindoqan jî wekî çavên xwe biparêzin." 
 
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 8 roj man. Li dijî hîleyên sindoqan xebatên ewlehiya sindoqan didome. Dîsa xebatên ji bo hilbijêran bişînin ser sindoqan jî didomin. HDP, bi şev û roj xebatên hilbijartinê û parastina sindoqan didomîne. Li Agiriyê jî HDP bi biryar e ku 4 wekîlan derxe. Parlamentera Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr, çavderiyên xwe yên li ser hilbijartinê û Agiriyê parve kir. 
 
‘GEL SERÎ NATEWÎNE'
 
Taşdemîr, anî ziman ku beriya biryara hilbijartinê bê girtin li qadê xebatê dimeşînin û wiha got: "Heta niha me hemû gund û navçeyên Agiriyê ziyaret kirin. Girseyek mezin a HDP'ê heye. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Agiriyê bi HDP'ê re ye. Gel dema li HDP’ê xwedî derdikeve di heman demê de li xwe xwedî derdikeve. Ji ber ku hebûna xwe di HDP'ê de dibîne. Diyar dikin ku em dengê xwe didin xwe. Mijar ne hilbijartina wekîltiyê ye. Mijar pirsgirêka sincî û wîcdanî ye. Di vê serdemê de dîsa îtîfaqa AKP-MHP'ê li dijî kurdan xwe bi rêxistin kir. Siyaseta li dijî kurdan dimeşînin. Gelê kurd di ferqa vê yekê de ye. Gelê Agiriyê li dijî vê yekê gelek bi bertek in. Gelê Agiriyê dê di hilbijartina 24'ê Heziranê de li dijî van polîtîkayên faşîst bersîvê di sindoqan de bide. Ji ber ku gelê kurd li hemberî hemû polîtîkayên înkar û îmhayê tu carî serî daneniye. Heviya 7'ê Hezîranê di 24'ê Hezîranê de dê bibe raperîn. Dê 24'ê hezîranê bibe roja hesab pirsînê. Kurd dê bi xwe qedera xwe diyar bikin. Li gundan bi taybetî jin eleqeyek mezin nîşan didin. Jin û zarok erebeya anonsê bi dirûşme, tilîlî û çepikan pêşwazî dikin. Li pêş wê govendê digirin û ji keyfa hêsir dibarînin." 
 
'HILBIJÊRÊN AKP'Ê DERBASÎ HDP’Ê DIBIN'
 
Taşdemîr, da zanîn ku bertekên li dijî AKP'ê her ku diçe zêde dibin û di vê hilbijartinê de hilbijêrên AKP'î derbasî HDP’ê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hilbijartina 24'ê Hezîranê li gorî ya 7'ê Hezîranê û referandumê cuda ye. Ji ber ku hilbijêrên berê dengê xwe dabûn AKP'ê dê vê carê derbasî HDP'ê bibin. Kurdên berê dengê xwe dabûn AKP'ê li dijî AKP'ê gelek bêzar in. Roja borî ciwanek hat û got 'Ez ji AKP’ê têm. Berê ez ji bo AKP'ê dixebitîm. Lê niha destûr bidin ez ji bo HDP'ê bixebitim. Ez dê dengê xwe bidim HDP’ê' Ev tenê minakek e. Bertekên hilbijan ên li dijî polîtikayên îktîdara AKP-MHP'ê ya faşizmt dijminantiya li dijî kurdan pêş dixe. Bi taybetî êrîşa li dijî Efrinê, girtina namzetê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş û wekîlên partiya me hêrsa hilbijêran zêde dike. Bi taybetî hilbijêrên AKP’î yên muhafazakar xwedî bi bertek in. Em dibînin ku hilbijêrên AKP'ê derbasî HDP’ê dibin. 
 
'AGIRÎ DORPÊÇA AKP'Ê ŞIKAND' 
 
Taşdemir, herî dawî destnîşan kir ku gelê Agiriyê êdî xwe ji dorpêça AKP’ê rizgar kiriye û dorpêç şikandiye û wiha bi dawî kir: "Di 10 salên dawî de AKP li ser gelê Agiriyê polîtîkayên taybet dimeşîne. Lê Agirî bajarê Îsyanê ye. Komkujiya Zilanê dîtiye. Rastî komkujî û koçberiyên mezin hatine. Ji ber vê yekê êdî serî li hemberî zilmê natewîne. AKP ji bo herêma serhedê bi dest bixe polîtîkayên taybet li ser Agirî dimeşîne. Lê gel êdî ev dorpêç şikandiye. AKP ji bo gelê Agiriyê mohtacê xwe bike wê bi birçîbûn û xizaniyê terbiye dike. Xizanî li Agiriyê ji sedi 60-70’ê ye. Ev bi zanebûn pêk tê. Her sal 30 hezar mirov koç dikin. Ev ne ji rêzê ye. Li Agiriyê welatparêzî, netewparêzî û têkoşyîna neteweyî pêş ketiye. Daxwazên têkoşîna netewî û yekîtiya kurd pêş bikeve. Di sala 2015’an de li Giyadînê xwestin provokasyonê pêş bixin. Bi vê yekê xwestin pêvajoyê xera bikin. Ger ku ev lîstik li Agiriyê bi ser ketibûya dê polîtîkayên xwe li Erzirom, Qers û bajarên din xistibûya meriyetê. Lê gelê Agiriyê polîtikayên dorpêçê yên 10 salan ên AKP'ê şikandin. AKP bi alîkariya qeyûm, walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê dimeşîne. EV têkçûna wê nîşan dide. Li Agiriyê 64 sindoq cihê wan guhertin. Bi vê yekê 4 hezar kes dê biçin li gundên din dengê xwe bidin. Em bi taybetî çûn wan gundan û me hilbijêr ziyaret kirin. Me der barê ewlehî û parastina sindoqan de xebat meşand û dimeşinin. Em dê wekî çavê xwe li sindoqan binerin."