Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû

  • rojane
  • 11:42 16 Hezîran 2018
  • |
img
RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sazaî Temellî, li Pirsûsê têkildarî êrîşa zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku çekan êrîşî esnafan kirin û 5 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Temellî, diyar kir ku ji roja îktîdarê biryara hilbijartinê girt ji daxuyaniyên wan ev bûyer xuya dibû û wiha got: "Tevî ku me bi dehan caran îktîdar hişyar kir û me xwest vî zimanî terk bikin jî rê li pêş bûyerek wisa vekirin û piştre martiya me kirin hedef." 
 
Heyeta ku ji hevserokên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin ji bo sersaxiya malbata Şenyaşar hatin navçeya Pirsûsê. Heyetê li buroya hilbiijartinê HDP'ê ya Pirsûsê têkildarî êrîşa çekdarî ya zilamên Wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgit, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, namzetên HDP'ê yên Rihayê û gelek kesên din amade bûn. 
 
Di civînê de ewil Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: "Ji dorpêça goristanê ya bi maşîneyên zirxî û rengê êrîşê diyar e ku ev lîstik  bi plan e. Ev bûyer bi Rihayê ne bi sînor dar e."  
 
'ME EV FÎLM BERÊ DÎTIN' 
 
Hevberdevka HDK'ê û Namzeta HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî û wiha got: Yên serkeftina 7'ê Hezîranê hezim nekirin li Pirsûsê di 20'ê Tîrmehê de 33 ciwan kuştin. Piştre ji ber pêdivî bi lêpirsîna hewce nedîtin, li Enqereyê komkujî pêk hat. Îro dîsa beriya hilbijartinê xwîn tev li hilbijartinê kirin. Yên ku dizanin winda dikin bi enîkirinê, wêdekirinê gel raste rast bi 'terorê' tawanbar dikin. Me ev fîlm berê dîtin. Yên ku serî li vê rêbazan didin, dizanin têk çûne. Em gel û partî destûr nadin vê yekê. Em jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin. Em jiyana mirovan di ser dengan re digirin. Lê yên dengan di ser jiyanê re digirin serî li rêbazên kuştin, gef û aloziyê didin. Divê gelê me li dijî van provakasyonan sersar tev bigerin û destûr nedin van lîstikên îktîdarê. Em beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi hevre rê li pêş vê yekê bigirin. Em êşa xwe bavêjin hundirê xwe. Çi dibe bila bibe ji bo bûyerên wisa zêde nebin em êşa xwe di hundirê xwe de bijîn. Ji hemû malbat û xizmên wan re em sersaxî û birîndaran re şifa dixwazin. Em dê van rojan derbas bikin. Em dê tu carî vê êşê ji bîr nekin."  
 
ROJA BIRYARA HILBIJARTINÊ GIRTIN EV BÛYER DIYAR BÛ
 
Temellî jî herî daxû axivî û wiha got: "Ev êş ne tenê ya pirsûsê ye. Ev êş li her derê dijî. Em ji hemû malbat û xizmên wan re sersaxî dixwazin. Êşek gelek mezin e. Di roja ku biryara hilbijartinê girtin, xuya bû ku dê bûyerek wisa pêk bê. Bi dehan caran me ew ji ber zimanê wan hişyar kirin. Me xwest dest ji vî zimanî berdin. Me got ku ev ziman mirovan û civakê tînin hemberî hev. Em vê îktîdarê ku vî zimanî tercîh dike nahlet dikin. Îktîdara ku bi rêbaza tundiyê li ser hilbijêr û partiya me dixin jiyanê em nahlet dikin. Mînaka herî aşkere bûyera duh li Pirsûsê pêk hat. Ev bûyer piştî daxuyaniyên Wezîr û Serokomar derketin holê. Em baş zanin ku ev bûyer piştî gotina nifrînê yên wan ket meriyetê.
 
LI PIŞT VÊ BÛYERÊ LÎSTIKÊN MEZIN HENE
 
Em dizanin li pişt vê bûyerê provakasyonek mezin heye. Wekî bûyera 3 sal berê ya li Serêkaniyê, wekî bûyera 3 sal berê li Pirsûsê pêk hat. Îro li hemû kolanên Pirsûsê kameraya MOMESE heye. Li gel ku rastiyan lêkolîn bikin û delîlan aşkere bikin raste rast wezîr, Serokwezîr û serokomar partiya me sucdar dike. Em dixwazin bi lezgîn van delîlan ronî bikin. Hemû cîhan dizane ku rastiya vê bûyerê çiye. Lê wezîr wekî ku bûyerek pir hêsan e tev digere. 
 
EM HEMÛ BI HEVRE RÊ LI PÊŞ LÎSTIKAN BIGIRIN
 
Em li vir bang li dozgeran dikin ku bi her alî delîlan kom bikin ronî bikin li lezgîn bi encam bikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku em bi hevre rê li pêş van lîstik û provokasyonan bigirin. Em bang li hemû serokên partiyên siyasî, namzetên serokomariyê dikin ku hestiyar tev bigerin û em bi hevre destûr nedin van lîstikên. Em dizanin ku armanc me têxin kemînê û ewlehiya hilbijartinê ji holê rakin. Em dizanin ku armanc bi tirsê destûr nedin ku hilbijêr biçin ser sindoqê. Lê em bi hevre mil bidin hev û vê lîstikê xera bikin. Em nekevin van kemînan û van lîstikan bi hevre xera bikin. Di serî de gelê Pirsûsê û gelê Rihayê divê xwinsar tevbigerin.  
 
EM 3 ROJAN ŞÎN ÎLAN DIKIN
 
Îro cenazeyekî din jî dê li Pirsûsê bê definkirin. Bavê Celal û Delîl Şenyaşar Hacî Evset Şenyaşar jî jiyana xwe ji dest daye. Em dê ji bo wan 3 rojan şînê bigirin. Şîna me dê di 3 rojên cejnê de bidome. Em dê piştî 24'ê Hezîranê hesabê van tevan bipirsin. Bila serê hemû kesan sax be. " 
 
Heyeta HDP'ê piştî daxuyaniyê ji bo cenazeyê bavê Celal û Adil ên birayên hev ku duh hatin defin kirin Esvet Şenyaşar defin bikin çûn ser goristanê. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'