Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin

  • rojane
  • 09:11 16 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL – Dadgerê berê yê DMME'ê Riza Turmen, êrîşên li dijî HDP'ê nirxand û wekî "hovîtî" pênase kir. Turmen, destnîşan kir ku HDP ji ber heviya demokrasî û aştiyê ye rastî êrîşan tê û wiha got: "Lê piştî 24'ê Hezîranê ev hemû dê bên guhertin. Ez bawer dikim ku Demîrtaş jî dê bê berdan."  
 
Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Sazûmankarê Platforma Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎP) Riza Turmen, der barê geşedanên li ser hilbijartinê û êrîşên dawî yên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nirxand. 
 
Turmen, destnîşan kir ku li tu derê cîhanê namzetê serokomariyê nehatiye girtin. Turmen, da zanîn ku girtina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş neheqiyek pir mezin e û minaka wê tune ye û wiha got: "Li tu dera cîhanê namzetê zerokomariyê ne girtî ye. Ji 6 namzetan yek jê girtî ye û em diçin hilbijartinê. Ev ne karê aqilan e. Di hilbijartinê de rêgaza wekhevî û adîlbûnê heye. Ger ku namzetek girtî be, ev hilbijartin ne adîl û ne wekhev e. Dîsa gelek wekîl û namzetên HDP’ê girtî ne. Ev bi xwe pirsgirêk e. Ya sêyemîn HDP ne di nava îtîfaqê de ye. HDP li dervê itîfaqan hatiye hiştin. 
Hiştina HDP'ê ya li dervê îtifaqan pir şaş e. Ev nîşan dide ku kurdan li derveyê siyasetê dihêlin."  
 
DIVÊ SÎNORÊ JIYANA HEVPAR BÊ DÎTIN
 
Turmen, da zanîn ku divê hemû pergal li gorî jiyana hevpar a ku kurd jî di navde cihê xwe bibînin bê avakirin û wiha got: "Divê çarçoveyek bê avakirin ku kurd, turk, elewî, sunî û hemû nasname û pêkhatiyên li Tirkiye di navde cihê xwe bigirin. Ger ku kurd bên wêdekirin û li derve bê hiştin ev pergal nayê avakirin. Dê hesta kurdan a biyanibûnê bêtir pêş bikeve. Niha dervehiştina îtîfaqê vê yekê bêtir kûr dike. Ev pir şaş e. YSK'ê rêgezên wekheviyê îhlal kiriye. Li gorî qanûna Bingehîn dive hemû partî di şertên wekhev de têkevin hilbijartinê. Divê YSK wekhev nêzî hemû partiyan bibe. Divê xebatên hilbijartinê di nava şert û mercên wekhev de bên kirin. Rêgeza wekheviyê pir girîng e. Li Tirkiye herî zêde rêgeza wekheviyê tê îhlalkirin. Ji ber ku ji 6 namzetên Serokoariyê yek jê girtî ye. Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa mafê hilbijartin û bijartinê hatiye îhlalkirin. Divê mirov ê yekê bibe darazê. Divê bê tespîtkirin ku ev şert û merc çiqas ne wekhev û ne adîl e." 
 
‘ÎKTÎDAR TURKIYEBÛNA HDP’Ê TALÛKE DIBÎNE'
 
Turmen, da zanîn ku îktîdar naxwaze HDP bibe partiya Tirkiye û êrîşên li dijî HDP'ê wekî “Havîtî" pênase kir. Turmen, herî dawî sedema êrîşên lijî HDP'ê jî şirove kir û wiha got: “Çima êrîşî HDP’ê dikin. Ji ber ku HDP bingeha Tirkiye fireh dike. Ne tenê dengê kurdan, dengê hemû gelê Tirkiye distîne. Kurd, turk tev deng didin. Niha HDP diyarker e. Her tişt bi derbaskirina HDP'ê ya bendê ve girêdayî ye. Ji bo HDP bendê derbas neke hemû hêza xwe û planên xwe xistine meriyetê. Bi her awayî hewl didin ku HDP’ê di bin zextan de bihêlin. Niha li dijî HDP’ê êrîş û tundiya fîzîkî xistine meriyetê. Ev neheqiyek gelek mezin e. Her ku HDP  dibe partiya Tirkiye baneya wê fireh dibe. Li Tirkiye bêtir dibe heviya demokrasiyê. Ji ber ku HDP li Tirkiye dibe heviya demokrasiyê êrîş zêde dibin." 
 
BAWER DIKIM DEMÎRTAŞ PIŞTÎ 24'E HEZÎRANÊ BÊ BERDAN
 
Riza Turmen, herî dawî bal kişand ser encama 24'ê Hezîranê û wiha bi dawî kir: "Ez bawer dikim ku piştî hilbijartina 24'ê hezîranê ev tabloya neayînî bê guhertin. Bawer dikim ku piştî 24'ê Hezîranê Selahattin Demirtaş bê berdan. Ji ber ku girtina wî siyasî û keyfî ye. Demîrtaş serokê partiyekê ye. Çima girtî ye. Bersîva vê yekê tune ye. Bawer dikim piştî 24'ê Hezîranê her tişt rast bibe." 
 
MA / Sadiye Eser - Melike Ceyhan