Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin

  • rojane
  • 09:10 16 Hezîran 2018
  • |
img
 
ŞIRNEX – Emîne Çagirga ku keça wê ya 10 salî Cemile di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di sarincê de veşartibû, bang li her kesî kir û xwest ku di 24'ê Hezîranê de dema çûn ser sindoqan destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û denê xwe bavejin sindoqan. Çagirga, ji her kesî xwest ku êdî dawî li vê zilmê bînin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 4'ê Îlona 2015'an de dema kolan li Cizîrê hatin qedexekirin û polîsan bi tang û topan li ser gel gule reşandibûn, zaroka 10 sali Cemile jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Cemîle Emine Cagirga cenazeyê keça xwe heta qedexe rabûn li sarincê veşart da ku xera nebe. Emîne Çagirga, beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bang li her kesî kir û xwest her res biçin ser sindoqan û dema dengê xwe avêtin sindoqan destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin.
 
‘JI XEYNÎ XWÎNÊ TIŞTEK NEDAN ME'
 
Emîne Çagirga, diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê di 16 salan de ji xeynî kuştin, êş û xwînê tiştek neda wan û wiha got: "Me di 16 salan de ji xeynî zilmê tiştek nedît. Tişta ku em dixwazin aştî ye. Em dixwazin aştiyek mayinde têkeve meriyetê. Me tu xêr ji AKP'ê nedît. Ji xeynî xwînê me tiştek ji wê nedît. Zarok, kal û pîr hatin kuştin. Em hêj di bin vê êşê de dijîn. Siyasetmedar, xwendekar, bijîşk, parêzer û hemû kesan davêjin zindanê. Em ketine serdema qedexeyan." 
 
‘EM DAYIKA TAYBET JI BÎR NAKIN'
 
Çagirga, destnîşan kir ku AKP tevî her tiştî bi vî rûyê xwe diçe ji wan deng dixwaze. Çagirga, bang li her kesî kir û got: "Em dê çawa dengê xwe bidin van kesan. Em bawer dikin ku îktîdar dê di vê hilbijartinê de winda bike. Ev hilbijartin hem ji bo kurdan û hem jî ji bo hemû gelê Tirkiye pir girîn e. Em bang li her kesî dikin ku dema çûn ser sindoqan destê xwe bidin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bavêjin sindoqan. Em dayika Taybet ji bîr nekin. Heta ku li malên me sarinc hebin û heta ku jêrzemîn hebin divê em van rojan ji bîr nekin. Ev êdî di rûpelên dîrokê de hatin nivîsîn û jê naçin. Em bawer dikin ku her kes dê li dijî vê zilmê li sindoqan xwedî derkevin. Ger ku em bi ser bikevin ev xwîn jî dê bê rawestandin."