Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir

  • jin
  • 09:09 16 Hezîran 2018
  • |
img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê gelek jin ji bo debara xwe bikin ji sibê heta nîvro karê Serayan dikin. Jinên ku berê karê sera dikirin karê xwe ava kirin. Yek ji van jinên bi xwe karê xwe ava kirin û debara xwe dikin Dayika 79 salî Fatma Yangin e. Yangin, li dijî betaliyê bi xwe karê xwe ava kir. 
 
Li bajaroka Kazanli ya Akdenîza Mêrsînê gelek jin ji bo debara malê bikin ji sibê heta nîvro karên Serayan dikin, piştî nîvro jî nanê tenûrê dipêjin û bi firotina nanê tenûrê debarê dikin. Yek ji van jinên ku nanê tenûrê û nanê sêlê dipêje û debara xwe dike dayika 79 salî Fatma Yangin e. Yangin, 3 salin tevî temenê xwe yê mezin 5 zarokan xwedî dike. Yangin ligel xwe 3 jinên din jî dide xebitandin û derfetên kar ji wan re ava kiriye. Yangin, diyar kir ku xwedî bi salan berê ev kar kiribûya û wiha got: "Bi salan ez li serayan xebitîm. Min di sera de karê fêkî kir. Lê tu tişt neket destê min. Her dem min karê xelkê kir. Lê niha ez bi xwe karê xwe dikim. Min zanibûya mirov karê xwe bike baştir e min dê zûtir dest pê kiribûya. 
 
‘KARÊ DEBARÊ'
 
Yangin, diyar kir ku 16 sal berê hevserê wê bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Piştî hevserê min mir, ji bo debarê bi salan min karê sera kir. Dema hevserê min mir zarokên min biçûk bûn. Nikaribûn bi serê xwe kar bikin. 3 salin min dest ji karê serayê berdaye û ez nan dipêjim. Min dît ku kesên din nanê tenûrê û nanê sêlê dipêjin û difiroşin min jî dest bi vî karî kir. Ez heqê fatûra av, ceyran û lêçûna malê derdixim. Piştî heqê fatûreyan didim 170 lir a ji min de dimîne. Divê hemû jin karibin li ser piyên xwe bisekinin. Niha 3 jinên din li cem min kar dikin. Em rojê 8-9 saetan kar dikin. Em saet di 14.00'an de dest bi kar dikin û heta 23.00’ê şevê dixebitin. Em car çaran dawiya hefteyê jî kar dikin. Ez xwe wekî xwediyê kar nabînim. Ez û jinên ku em bi hevre dixebitnin wek hevin. Em cudahiyê na xwin nava xwe. Divê hemû jin karibin bixebitin û karibin debara xwe bixwe bikin." 
 
Mine Bozkir jî diyar kir ku ew rojê 50 TL yomiyê distîne û wiha got: Nêzî mehek e min dest bi vî karî kiriye. Zahmetiya wî karekî pir germ e. Mirov li ber firinê radiweste pir zahmet e. 3 zarokên min hene. Divê ez wan xwedî bikim. Em rojê 60 kilo arvan dikin nan. Rojê nêzî 280 nan derdixin. 
 
Fatma Alagoz jî anî ziman ku li ber agir kar dikin û ji ber zêde germ e zahmetiya wî jî zêde ye. Divê tu jin çavê wan ne li destê mêr be. 
 
MA / Ergin Çaglar
 
 
 

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye