Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin

  • rojane
  • 18:36 15 Hezîran 2018
  • |
img
RIHA - Cenazeyên esnafên birayên hev Celal û Adil Şenyaşar, ên ku zilamên Wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekan êrîş kirin û kuştin, tevî mudaxaleya polîsan a bi TOMA û bombeyên xazê jî ji aliyê hezaran kesan ve hatin defin kirin. 
 
Cenazeyên esnafên birayên hev Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar ên duh zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi çekan li ser wan gule reşandrin û kuştin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dîlokê, ji aliyê hezaran kesan ve li Pirsûsê hatin defin kirin. Duh Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û zilamên xwe bi keleşan girtibûn ser dikana esnaf Şenyaşar û gule reşandibûn. Di bûyerê de esnafên birayên hev Celal Şenyaşar (35) û Adil Şenyaşar ( 30) û ji xizmên Wekîle AKP'ê Yildiz 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Xizmên Şenyaşar û rêveberên HDP'ê li gel nûnerên rêxistinên civakî bi hezaran kesan piştî cenaze ji Dîlokê wergirtin anîn navçeya Pirsûsê û ji aliyê hezaran kesan ve li goristana Pirsûsê hat defin kirin. 
 
DENGÊ XWE NEDIN QATILAN
 
Dayika Celal û Adîl Şenyaşar Emine Şenyaşar di merasimê de axivî û wiha got: “Min bang li wan kir. Min got kurê min dikujin. Lê kes nehat. Tu gunehê kurê min tune bû. Kurê min li dikana xwe rûniştibûn. Kurê min digot Dengê xwe nedin van qatîlan. Ji ber ku kurê min serî li ber wan xwar nekir ew kuştin. 2 zarokên kurê min hebûn."
 
NEVÎ HÊSIRÊ PÎRA XWE ŞENYAŞAR PAQIŞ KIR
 
Keça Celal Şenyaşar ku li aliyeki digiriya, pîra xwe paqij kir û ew teselî kir. Dema cenaze hatin defin kirin girsê bê navber dirûşme berz kirin. Piştî cenaze hatin defin kirin parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş jî axaftinek  kurd kir û xwest bi serb ji goristanê belav bibin. Erdogmuş, da zanîn ku ev yek ne teslîmiyet e. 
 
Beriya cenaze defin bikin polîsan bi TOMA û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kiribû û demek dirêj bûyer derketibûn. 
 
 
 

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê