Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye

  • rojane
  • 09:21 15 Hezîran 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Li 3'emîn bajarê mezin ê Tirkiye Îzmirê, xebatên hilbijartinê bi rengê HDP'ê berdewam dike. Di nava partiyan de, partiya herî zêde xebat û rengê wê derdikeve pêş HDP Ye. HDP bi biryare ku li Îzmirê 4 wekîlan derxe. Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay çavdêriyên xwe parve kirin û got: "Girseyek bi biryar ku divê teqez em Erdogan bişînin heye." 
 
Ji hilbijartinê re 9 roj man. Bi nezîkbûna hilbijartinê re HDP'ê lez dan xebatên xwe. HDP, li tevahiya Tirkiye xebatên kolan bi kolan mal bi mal dimeşîne. Li Bajarê Îzmirê ku 3'emîn Bajarê Mezin ê Tirkiyeyê ye jî bi biryar û tempoyek mezin xebatên xwe dimeşîne. HDP armanc dike ku li Îzmirê 4 wekîlan derxe. Li Bajarê Îzmirê ku 4 milyon û 274 hezar nifûsa wê heye, 3 milyon û 200 hezar hilbijêrên wê hene. Dê li Îzmirê 28 wekîl bên hilbijartin û gelê Îzmîrê temsîl bikin. Her partiyek bi 28 namzetan dikevin hilbijartinê. Bajarê Îzmirê ku bi bazirganî, qada çandinî û karkeriyê derdikeve pêş di qada civakî de jî bi pir rengî û pir baweriyê dirdikeve pêş. Bajarê ku 30 navçeyên wê hene 
 
HDP ARMAC DIKE JI 2 WEKÎLAN BIKE 4 WEKÎL 
 
Niha li bajarê Îzmirê 14 wekilên CHP'ê, 8 wekilên AKP'ê, 2 wekilên  HDP'ê û 2 wekilên MHP'ê hene. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de CHP ji sedî 45.4- 46.8, AKP ji sedî 26.2- 31, MHP ji sedî 13.7 - 11.4 û HDP'ê ji sedî 10.3- 8.6 deng stendibû. Di hilbijartina 1'ê mijdarê de bloka AKP-MHP'ê ji sedî 42.4 bû û piştî referanduma 16'ê Nîsanê dengê “Erê" daket 31.2 û dengê na zêdetir bû. 
 
‘TERCÎH DÊ DEMOKRASÎ BE' 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re xebatên HDP'ê jî zêde dibe. CHP jî bi dengê xweyên berê bawer in. Seroka CHP'ê ya Konakê Çagrı Gruşçu, diyar kir ku dê hilbijêr ji bo aştî, demokrasî û azadiyê dengê xwe bidin û dê dengê hêza muxalif bêtir xurt derkeve. Gruşçu, anî ziman ku eniya muxalif dê li gorî hilbijartina 7'ê hezîranê ji sedî 4 -5  dengê xwe zêdetir bike. Gruşçu, anî ziman ku HDP dê li Îzmirê bi qasî wekîlan derxe dê bendê derbas bike û dê bandora xwe li tevahiya tirkiye bike. 
 
Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay jî anî ziman ku wekî HDP'ê armanca wan herî kêm 4 wekîl in. Kemalbay, destnîşan kir ku ew ji hewaya hilbijartinê ya li Îzmirê kefxweş in û wiha got: "Li hemû kolan û malan di ziyaretan de piranî diyar dikin ku pêwiste HDP li meclîsê be û dê li ser vî esasî nêzîk bibin. Ji ber ku AKP’ê nerinek pir xerab ava kiriye. Welatiyên kolanan diyar dikin ku AKP-MHP li gel nafikire. Dê hilbijartina 24'e Hezîranê êdî qedera Tirkyiebiguherîne. 
 
Hilbijêr Muhammet Kizil, jî diyar kir ku heta niha li Tirkiye tu guhertin nedîdiye û ew dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê.  Hilbijêr Îsmaîl Yenîgun jî diyar kir ku ji bo Makeqanûnek Serbixwe û darazek serbixwe dê dengê xwe bide HDP’ê. 
Hilbijêr Abdurrahman Akbalik jî anî ziman ku ew dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP’ê û wiha got: "Me berê aştî, demokrasî û azadî dixwest. Lê niha ev jî tune ye. HDP partiya min e. Ji ber em stranên kurdî dibêjin em rastî tundî û zextan tên. Hilbijêr Ferit Akbay jî diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP'ê.
 

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye