Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim

  • rojane
  • 09:23 12 Hezîran 2018
  • |
img

STENBOL - Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Abdulahkim Daş, diyar kir ku dema ew bê hilbijartin ewilî ew ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikamkî bixebite û bal kişand ser taybetmendiya HDP'ê ya piralî û demokratîk. 

Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Abdulahkîm Daş, ji Êlihê ye û di sala 1992'yan de ji ber zext û zoriyên dewletê ji karmendiyê îstifa kiriye û li Stenbolê bi cih bûye. Daş, ji sala 1998'an ve serokatiya Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dike. Daş, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û daxwaza perwerdehiya ji bo zimanê zikmakî bûye namzet. 
 
Daş, anî ziman ku tekane partiya ku ji bo nasnameyên cuda têdikoşe HDP ye û got: "Di Qanûna Bingehîn de hîn jî xala ku 'kesên welatiyên Tirkiyeyê ne hemû tirk in' heye. Eger mirovên ji nîjad û mezhebên cuda hebin, ev yek mafê wan e jî. HDP, têkoşîna demokratîk, wekhevî û azadiyê diparêze." 
 
‘PIRSGIRÊKA SEREKE PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE' 
 
Daş, bi bîr xist ku pirsgirêka sereke perwerdehiya ji bo zimanê zikamkî ye û got: "Gava ewil ku divê bê avaêtin ew be ku, divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê hemû ziman wekî zimanê fermî bên qebûlkirin. Dê gelê kurd ji bo vê yekê biçe ser sindoqan. An jî dê vebijêrkeke din deyne ber xwe. Xweseriya demokratîk dixwaze, an federasyon an jî serxwebûnê? Ev maf hemû mafên kurdan e. Di projeya HDP'ê de di nav komara demokratîk de bidestxistina statuya kurdan e. Ya girîng jî demokratîkbûyîn û asayîbûn e." 
 
Daş, veguhastina sindoqan jî şermezar kir û got: "Îktîdar ji ber tirsa windakirinê, bikaribe li kuderê hîle û xurdeyan bike dê li wan deran tev bigere. Sindoqan vediguhêzînin gundên cerdevanan. Bi vî awayî dixwazin gel biçewisînin. Lê belê HDP bi organîzekirineke baş dikare rê li ber van hîleyan bigire." 
 
‘EZ Ê JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BIXEBITIM' 
 
Daş, destnîşan kir ku dema ew biçe Meclîsê karê ku ewil bibe, dê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û berdana girtiyên siyasî be. Her wiha Daş, bilêv kir ku ji bo ku dawî li Rewşa Awarte bê jî ew ê bixebite. 

Sernavên din

21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
23/04/2024
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê