'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'

  • jin
  • 09:12 10 Hezîran 2018
  • |
img
 
AYDIN - Namzçeta HDP'ê ya Aydinê Ayfer Demîrel, ku bi salan e li dijî zilm û zordariya li ser jinan tê meşandin têdikoşe, diyar kir ku ew sozê nadin jinan û bang li jinan dikin ku bi hevre li dijî zilmê têbikoşin û bi hevre zilmê bi dawî bikin. Demîrel, anî ziman ku dê ewil li dijî tiryakê têbikoşe. 
 
Namzeta Partiya Denemokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê Ayfer Demîrel, bi salan e li dijî tundîya li ser jinan têdikoşe. Demîrel, armanc dike ku berî her tiştî li Aydinê bibe dengê jinê. Ayfer Demîrel, li navçeya Kozluk a Êlihê ji dayik bû, Li vir dibistan xwend û piştî 18 saliya xwe hat navçeya Soke ya Aydine dibistana perwerdehiya pêşketina zarokan xwend. Demekê li navçeya Soke di sektorên taybet de kar kir. Demirel, ku dayika 3 zarokan e bi salan li dijî tundî û zilma li ser jinan tê meşandin têkoşiya. Demîrel, di sala 2000'an de ji Soke koçî Didimê kir û li vir têkoşîna xwe berdewam kir. 
 
EM DÊ KAVILÊN 16 SALAN BI HEVRE RAKIN
 
Demîrel, anî ziman ku li ser jinan zilm û tundiyek gelek mezin heye û ji bo bi hevre vê zilm û tundiyê bi dawî bikin û li meclîsê bibe dengê jinan bûye namzetê HDP'ê. Demîrel, anî ziman ku bi salan e di nava HDP’ê de têkoşîna li dijî tundiyê dide û armanc dike ku li meclîsê jî têkoşîna xwe mezintir bike û dengê jinan bibe meclîsê. Demirel, da zanîn ku ew sozê nade jinan û ji bo enkaza 16 salan a AKP'ê rake bang li jinan dike ku milê xwe bidin hev û bi hevre li dijî tundî zilmê û enkaza AKP'ê têbikoşin. Demirel, destnîşan kir ku ew dê li kolan û qadan têkîşona xwe berdewam bikin û wiha got: "Di nava partiyên ku têkoşîna azadiya jinê dide tenê HDP ye. Tenê HDP hurmetê nîşanî keda jinê dide. Divê hemû jin piştgiriyê bidin HDP’ê."
 
JI BO ÊDÎ CENAZEYÊ ZAROKÊN ME NEYÊN EM DI NAVA HDP'Ê DE NE
 
Demîrel, herî dawî anî ziman ku ew hem jin in û hem jî dayik in û wiha bi dawî kir: "Zarokên me bi zorê dibin leşkeriyê. Bi saxî dibin û cenazeyê wan tên. 
Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe pêşwazî bikin. Li kolanan zarokên me tên kuştin. Keda zarokên me tê xwarin. Em jin û dayik naxwazin hêsirên me biherikin. Ji ber vê yekê em li dora HDP’ê ne. Tenê HDP aştiyê dixwaze. Dema ez diçim taxa Ilicabaşi ya navçeya Efelerê welatiyên Roman ji me dixwazin ku em zarokên wan ji tiryakê rizgar bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna min a ewil dê li dijî tiryakê be. "
 

Sernavên din

19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye