‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'

  • rojane
  • 09:26 9 Hezîran 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Şanoger Alî Sesal diyar kir ku derdorên xwedî nasnameyên cuda û bindest bi awayekî rihet xwe di HDP'ê de bilêv dikin û got: "Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin." 

Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê şanoger Alî Sesal, anî ziman ku wê piştevanî bendavê derbas bike. Di heman demê de Sesal kesek LGBTÎ ye û polîtîkayên AKP'ê yên di vî warî de rexne kir.
 
Sesal, diyar kir ku ji ber AKP lawaz bûye, îtifaq bi MHP'ê re çêkiriye. Sesal, anî ziman ku ji ber AKP fêm kiriye dê di hiblijartinê de bi tena serê xwe nebe îktîdar îtifaqeke wiha çêkiriye. her wiha Sesal bal kişand ser "Îtifaqa Gel" jî û destnîşan kir ku êdî CHP nikare çepgiriyê bike. Sesal, bilêv kir ku divê CHP siyaseteke ku demokrasiyê diparêze bike  û got: "Niha jî ditengijin ku vê yekê ji alîgirên xwe re vebêjin. Dema em li herdu îtifaqan dinihêrin, ji bo me ya derdikeve pêş HDP ye. Dema em li profîlên namzetên wê dinihêrin jî ev yek aşkere ye. Derdorên demokrat ên dixwazin ji Tayîp Erdogan û hikûmeta AKP rizgar bibin teqez divê di tûra ewil de destê bidin HDP'ê. Divê îtiraz li girtina Selahattin Demirtaş bê kirin. Em dikarin bi dengê xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin." 
 
Tolga Merdan jî, diyar kir ku LGBTÎ, bi awayekî sîstematîk tên çewisandin û ji ber polîtîkayên AKP'ê bûne hedef. Merdan, anî ziman ku êdî dawiya 16 salên polîtîkayên AKP'ê yên çewsîner hatiye û got: "Kî li cem me cih bigire, çi dibe bila bibe em ê jî li cem wan cih bigirin. Di vî warî de nêzîkatiya HDP'ê aşkere ye. Ev yek ji bo me girîng e." 

Sernavên din

18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'