‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'

  • rojane
  • 09:21 9 Hezîran 2018
  • |
img

BEDLÎS - Namzeta HDP'ê ya Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç, 20 sal in esnaftiyê dike. Yamaç, anî ziman ku hêviya gelê bajêr ji HDP'ê heye û got: "Divê herkes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqên xwe derkevin û wan biparêzin." 

Namzeta HDP'ê ya Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç, 20 sal in esnaftiyê dike. Yamaç, di sala 1997'an de ji ji neçarî koçî Mereşê kir û piştî 10 salên li Mereşê vegeriya Wanê. Yamaç 20 salan atolyeyek bi rê ve bir û her wiha li navendên perwerdehiya gel de jî di warê kincên jinan de xebitî. Yamaç, di sala 1997'an de li Mereşê di avakirina Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih girt û wekî alîgira serokatiya partiyê ya bajêr û baskên jinan de cih girt. 
 
Yamaç, diyar kir ku parlemento jî qadeke têkoşînê ye û got: "Niha pêvajoya ku em têde ne pêvajoyeke pir giran e. Loma wisa difikirim ku ev hilbijartin ji bo gelê kurd têkoşîna rizagriyê ye. Wisa difikirim ku 'divê ez jî di nav de bim.' Em bername û sekna partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê dizanin. HDP, partiyeke ku herkesî dihebîne û temsîliyeta wekheviyê esas digire. Tekane partiya ku jin têde cih dibînin HDP ye. Di vî warî de em pratîka partiyên siyasî yên din jî dibînin. Ji ber ku aştî û demokrasiyê diparêze û di vî warî de projeyên wê hene, ez bûm namzet. Di heman demê de ji bo hemû qadên jiyanê projeyên HDP'ê hene û prtaîka wê jî heye." 
 
‘JIN Û CIWAN BI HÊVÎ Û HEYECAN IN' 
 
Yamaç, bilêv kir ku ew di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bedlîsê li qadan dixebitin û der barê xebatan de ev tişt gotin: "Hilbijêr pir kêfxweş in. Li Bedlîsê nemaze jin û ciwan bihêvî ne. Xebatên ku em li qadan dikin, pir coşdar in. Hilbijêr moral û motîvasyonê didin me. Bi taybetî jî gundî eleqeyeke zêde nîşanî hilbijartinê didin. Belkî jî ev yek ji ber êşên ku kişandibin be jî. Armanca me ew e ku em dixwazin xwe bigihînin herkesî. Her ku hilbijartin nêz dibe em xebatên xwe jî dilezînin. Em jî bi qasî hilbijêran bihêvî ne. Gel ji HDP'ê bi hêvî ye û destekê didê." 
 
‘TU ELEQEYA KESÊN KU GORISTAN TEXRÎB KIRIN BI ÎSLAMIYETÊ RE TUNE YE' 
 
Yamaç, bilêv kir ku polîtîkayên AKP'ê bandoreke neyînî li mirovan kiriye û mirov ji van polîtîkayan nerihet dibin. Her wiha Yamaç, li Goristana Xerzanê ya Bedlîsê derxistina 267 cenazeyên PKK'yiyan bi bîr xist û got: "AKP argumana xwe ya siyasî di ser olê re dike. Em dibînin ku goristanan jî tehamul nake. Belkî hestiyên cenazeyan jî nemabe, lê wê axê jî tehamul nake û wê tarûmar dike. Tu eleqeya vê ferasetê bi îslamiyetê re tune ye." 
 
‘DIVÊ HERKES BIÇE SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BI KAR BÎNE' 
 
Yamaç, anî ziman ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê cihê hêviyê ye. Yamaç bang li hilbijaran kir û destnîşan kir ku berpirisyarî dikeve ser milê gel û got: "Divê herkes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sindoqên xwe derkeve û wan biparêze." 
 

Sernavên din

09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
19/04/2024
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
18/04/2024
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
17/04/2024
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
16/04/2024
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn